Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk di 53emîn salvegera peymana 11ê Adara 1970an de peyamek belav kir û got ku “Peymana Otonomiyê ya 11yê Adara 1970an destkeftineke dîrokî ya miletê Kurd e.”
Peyama Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk wiha ye:
Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî Destkeftineke Dîrokî ya Miletê Kurd e
Li ser Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî de 53 sal derbas bû.
Li Başûrê Kurdistanê piştî destpê kirina Şoreşa Îlonê, bi bedelên mezin, Dewleta Iraqê ya di desthilatdarîya Beesê da, mecbûr ma ku li gel PDKyê(Partîya Demokrat a Kurdistanê) û Serokê Şoreşa Kurdistanê Mele Mistefa Barzanîyê Nemir peymanekê îmze bike. Bi Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî, miletê Kurd, gelê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê mafê otonomîyê bidest xist.
Heta ku di sala 2005ê de destkeftina federalîyê ya Herêma Kurdistanê di Qanûna Bingehîna Iraqê da cîh girt, di têkoşîna 200 salî ya jibo azadîya Kurdistanê da, cara yekem bi Peymana Otonomîyê ya 11yê Adara 1970yî, bi awayekî yasayî di Qanûna Bingehîn a Dewleteke ku perçeyekî Kurdistanê dagir kirîye da, mafên netewî û demokratîk yên miletê Kurd û statuyeke sîyasî ji bo gelê Kurdistanê hate qebûl kirin.
Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî destkeftineke dîrokî û berhem û nîşana biryardarî, sebir, ked, xebat , bedel, tecrube û dilsozîya 200 salî ya têkoşîna azadîya Kurdistanê bû.
Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî di rêya mafê çarenûsîyê de bingeh û destpêkek bû ku ji alîyê dagirkerekî Kurdistanê ve weke fermî hatibû qebûl kirin. Bi vê peymanê Parlamentoya Otonomîyê dihate damezrandin. Li gorî peymana otonomiyê wê li sê bajarên Başûrê Kurdistanê(Hewlêr, Silêmanîye, Dihok) ku ew jî bes nêvîyê axa Başûrê Kurdistanê bû, bi sazkirina parlamentoya otonomîyê li Hewlêrê dê Otonomî bihata birêvebirin. Lê statuya nêvîyê din ê axa Başûrê Kurdistanê, ango statuya Kerkûkê, dor û bera Mûsilê û navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê dê paşê bihata zelal kirin. Bi Peymana Otonomîyê zimanê Kurdî li gel zimanê Erebî wek zimanê fermî hate qebûl kirin Herweha bi vê Peymana Otonomîyê miletê Kurd , bi awayekî fermî, wek şirîkekî desthilatdarîya Dewleta Iraqê hatîye qebûl kirin.5 Wezîrên Kurdan di Civata Wezîran da cîh girtin.
Rejîma Beesê nexwest xalên vê peymanê bicîh bîne; her bi rê û amûren cuda cuda ev peymana binpê kir.
Ev hewl û niyet û sîyaseta Rejîma Beesê di encamê da hate wê astê ku, di sala 1974an da, Seddam Husên peyman tune hesiband û wezîrên Kurdan ji Civata Wezîran derxist. Ji ber van gav û sîyasetên Beesê, Serkirdayetîya Şoreşê, mecbûr ma ku careke din dest bavêje çekî û serîhilde.
Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî û rêvebirîya Şoreşa Kurdistanê ya di bin serokatîya Mele Mİstefa Barzanîyê nemir da, di têkoşîna xwe bixwe îdare kirina gelê Kurdistanê da tecrubeyeke mezin bû û gelek destkefitinin netewî û dîrokî bi xwe re anî.
Piştî Komara Kurdistanê(Komara Mehabadê) , tecrubeya Otonomîya Başûrê Kurdistanê jî, di hûnandina dîwarê azadîya Kurdistanê da hîmekî girîng û esasî bû.
Bi Peymana Otonomîyê, li Iraqê cara yekem bû ku weke fermî, di Qanûna Bingehîn a Dewleta Iraqê da, hebûna miletê Kurd û mafê wî yê netewî, demokratîk dihate qebûl kirin.
Peymana Otonomîyê ji alîyê sîyasî, çandî, moral, hest û bîr û bawerî û hişmendîya netewî da li hemû perçeyên Kurdistanê û li cîhanê bayê li xwe veger û vejîneke netewî, niştimanî ya nû belav kir.
Li gel hemû astengîyan jî, Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî tecrubeyeke girîng û rûmet, destkeftin û serbilindîya hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê ye.
Di 53 salîya Peymana Otonomîyê ya 11yê Adar a 1970yî da, em serok û endazyarê Peymana Otonomîyê Mele Mistefa Barzanîyê nemir û hemû pêşmerge, têkoşer , xebatkar û şehîdên ku di îmze kirina Peymana Otonomîyê da keda wan heye bi giramî bibîrtînin.
11.03.2023
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê PAKê