eSerokê Partiya SAADETê Temel Karamollaoglu got: Di navbera Amrîka û Tirkiyê de, çi rêkeftin nehatîye encamdan ji bo Rojhilatê Firatê li Rojavayê Kurdistanê.
Temel Karamollaoglu, debarê rêkeftina Amerika û Tirkiyê li ser herêma Ewle, got: Di niha de rê yên dîyalogê, her dem ji Şer baştire.
Karamollaoglu da zanîn: Di warê çareseriya pirsgirêkan de ji hev dû têgehêjtin ji bikaranîna tund û tîjîyê baştire, heke te hêz û şîyan hebe dê biçewisînî, lê heke te hêz nebe, tu dê birûnî ser mêza dîyalogê, ya baş jî eve.
Serokê gişti yê partiya SAADATê rêkeftina Tirkiyê û Emrika jî rexne kir û got: Bi zimanekê diaxivin ku kes tênagihîje, behsa lihevkirinê dikin, lê çi lihevkirin çêne bûye.