Serokê PWK Mustafa Ozçelîk Serokê GGCê yê nû Felat Bozarslan re peyama pîrozbahîya şand

.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparezên Kurdistanê (PWK) rêzdar Mustafa Ozçelîk ji Serokê Cemîyeta Rojnamevanan a Başûrêrojhilat (GGC)  Felat Bozarslan re peyama pîrozbahîya şand.

Peyama Serokê Giştî yê Partîya Welatparezên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk wiha ye:

Rêzdar Felat Bozarslan

Serokê Cemîyeta Rojnamevanan a Başûrêrojhilat

Serokê Rêzdar

Ji ber hilbijartina cenabê we ya wek Serokê Cemîyeta Rojnamevanan a Başûrêrojhilat, ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên partîya me, cenabê we û hemû rêvebirên nû yên Cemîyeta Rojnamevanan a Başûrêrojhilatê pîroz dikim.

Em di têkoşîna we ya ji bo çapemenî û ragehandineke azad de her dem li gel we ne.

Em di xebatên we de ji we hemûyan re serkeftinê dixwazin.

Li gel rêz û silavên xwe.

12.11.2023

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparezên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Ewropa defterên kevn vedike û hesabên xwe li Kurdistanê nû dike - Ziryan Rojhilatî
Gelo îhtimal heye ku Tirkiye S-400an bibe Sûriyeyê?
Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê dê her hêlîna bihevrejiyanê be
Suhbeta romannivîs Mîran Ebraham
Ano Cewher: Serok Barzanî bi yek çavî li tevaya pêkhateyan dinêre û parêzerê tevan e