Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em 78emîn Salvegera Damezrandina PDKyê Pîroz Dikin

.

Serokê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk bi minasebeta  78emîn salvegera damezrandina PDKyê (Partîya Demokrat a Kurdistanê) peyamek belav kir. 

Peyama Mustafa Ozçelîk wiha ye; 

Em 78emîn Salvegera Damezrandina PDKyê Pîroz Dikin

PDK di 16yê Tebaxa 1946ê de hate ava kirin û îro 78emîn salvegera damezrandina PDKyê(Partîya Demokrat a Kurdistanê) ye.

Gava ku em behsa PDKyê dikin, di eslê xwe de em behsa organîzasyoneke zindî, berdewam, têkoşer dikin. PDK bi ketin û rabûnên xwe, bêyî westan, bi sebir, bi hişmendîyeke netewî heta îro hatîye.

PDK, berdewamî û beşeke  têkoşîna azadîya Kurdistanê ya 200 salî ye.

PDK, di avakirin û hûnandin û pêşedebirina hişmendî, hest û bîr û bawerîya netewî, niştimanî ya Kurdistanî de hîmeke esasî ye. 

PDK aktorê Peymana Otonomîyê ya 1970yî ye.

Dewleta Federe ya  li Başûrê Kurdistanê ku îro rûmeta me hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê ye.
PDK yek ji damezranerên esasî yê vê destkeftina neteweyî, niştimanî ye.

PDK, hurmetkar û bar hilgirekî  wê Alaya Pîroz ya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kiribû ye.

Xebata PDKyê ne bes li Başûrê Kurdistanê , herweha li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî,  di geş kirin, vejîn û di xwe nûkirina doza azadîya Kurdistanê de roleke dîrokî lihîstîye.

Em di wê bawerîyê de ne, ji bo ku li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî pirsa Kurd û Kurdistanê bi rêyên sîyasî, demokratîk, sivîl û aştîyane bê çareser kirin; jibo ku gelê me bikaribe azadîya xwe, mafên xwe yên netewî, demokratîk bidest bixe, dê PDK rola xwe ya maqûl, netewî û dîrokî bilehîze. 

Em di wê bawerîyê de ne ku, PDK ji îro pê ve jî, ji bo yekitîya navxweyî ya li Başûrê Kurdistanê, ji bo lêxwedîderketin û pêşdebirina hemû destkeftîyên li Herêma Kurdistanê, bi fedekarî, bi hestyarî û bi hesasîyeteke netewî û niştimanî, bi awayekî berpirsyarane helwest û rola xwe ya heyî dê berdewam bike.

Bi van hestên xwe yên netewî , niştimanî em 78 salîya damezrandina PDKyê pîroz dikin.

Em  di 78emîn salvegera damezrandina PDKyê de, rêberê gelê Kurdistanê Mele Mistefa Barzanîyê nemir û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.


Mustafa Ozçelîk


Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK),

 


 

Kurdistan Haberleri

Serokê Îtîlafê: Me lêkolîn ji bo kiryarên li gundê Kaxirê vekiriye
Li Swêdê Jinek bi Tawanên Şer Dijî Êzîdîyan li Sûrîyê Hate Tawanbar Kirin
Li Hewlêrê nûnertiya bazirganî ya Erebistana Siûdî hate vekirin
Ji Xemîs Xencer peyama Kurdî: Em alîkariya gelê Kurd a 2014an qet ji bîr nakin
Ew dersên ku Kurd pêdivîye li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” werbigrin