Seroke PWKê Mustafa Ozçelîk: Em bi wefata welatperwerê kurd Şaban Aslan xemgîn in

.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, di daxuyaniyekê de ragihand ku yek ji damezrênerên partiyê Şaban Aslan ji ber nexweşiyê koça dawî kiriye. Ozçelîk xemgîniya xwe û ya partiyê anî ziman.

Daxuyaniya Mustafa Ozçelîk wiha ye:

Em bi wefata hevalê xwe, welatperwerê kurd Şaban Aslan gelekî xemgîn in

Welatperwerê kurd, kedkarê doza azadîya Kurdistanê , yek ji damezrênerên partîya me, kek Şaban Aslan, îro ji ber nexweşîya xwe koça dawî kir.

Em bi wefata kek Şaban Aslan gelekî xemgînin.

Kek Şaban Aslan, eve ji 60 salî zêdetir e ku bêwestan, bi dilsozî, wek xebatkarekî welatperwer, di nav refên doza azadîya Kurdistanê de cîhê xwe girtibû. Kek Şaban Aslan, heta roja koça dawîya xwe jî her wek endam û têkoşerekî partîya me, bi me re bû.

Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.

Sersaxîyê ji malbat û hezkirîyên kek Kek Şaban Aslan re dixwazim.

Serê me hemûyan, serê gelê me sax be.

07.03.2025

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

PWK: Em desteserkirina  rêvebirê Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) Ferîd Azad Şermezar Dikin
Mehmet Dîcle: Em dê dan û standina di nav nivîskarên Kurd de bihêz bikin
Kela Dimdimê: Şaneşîn Performans çîrokeke berxwedanê tîne ser dikê
Huseyîn Çelîk: Tirkiye li Venezuelayê jî li dijî statuya Kurdan e
Îranê di 3 mehan de 230 kesan darve kir