Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelik, di bernameya Rûdaw Radyoyê de ya ku ji aliyê Maşallah Dekak ve hate pêşkêşkirin de beşdar bû û li ser mijarên girîng ên herêmê nirxandinên xwe parve kir.
Di bernameyê de Ozçelik bi taybetî li ser rewşa dawî ya Sûriyeyê û bandora wê li ser Rojava, rewşa siyasî ya Bakurê Kurdistanê û pêşveçûnên dawî yên li Tirkiyeyê nêrînên xwe û helwesta partiya xwe anî ziman.