Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelik, di bernameya Kurdistan 24ê de ya ku ji aliyê Iman Derbas ve tê pêşkêşkirin de beşdar bû û di derbarê rewşa Kurdan a li Sûriyeyê de nirxandinên girîng kir.
Ozçelik di hevpeyvînê de, li ser rewşa nû ya Sûriyeyê û bandora guherînên dawî li ser gelê Kurd axivî. Di bernameyê de bi taybetî li ser paşeroja Kurdan di Sûriyeya nû de nirxandinên xwe parve kir.