Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Şehîdên Robozkê ji me re dibêjin ‘bi hişmendîyeke neteweyî, hevkarîyên xwe pêk bînin’

.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:

Şehîdên Robozkê ji me re dibêjin ‘bi hişmendîyeke neteweyî, hevkarîyên xwe pêk bînin’

Di 13emîn salvegera qetlîama Robozkê de, şehîdên Robozkê, li vê qetlîama ku Dewleta Tirkîyeyê kirîye ya ku hîna jî weke ''faîlî maçhûl'' maye temaşe dikin.

Dewleta Tirkîyeyê, hem kiryardarê vê qetlîamê ye, hem hîna jî qurbanîyên qetlîamê sûçdar dike.

Şehîdên Robozkê û wîjdanê mirovahîyê, bi awayekî ecêb mayî temaşeyî wê cîhana ku li himberî vê qetlîamê hîna jî weke kerr û koran tevdigerin dike.

Belê, şehîdên Robozkê li me, li yên dibêjin ''Em Qetlîama Robozkê ji bîr nakin'' temaşe dikin.

Şehîdên Robozkê, li gotinên me yên ''Em Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemed, Melle Mustafa Barzanî, Helebçe û Enfalê ji bîr nakin'' guhdar dikin.

Şehîdên Robozkê li me, li yên dibêjin ''Em şehîdên xwe ji bîr nakin'', lê dîsa jî her roj bi dehan kesan şehîd didin temaşe dikin.

Şehîdên Robozkê, li ewên ku bi ezeztîya xwe, bi perçebûn û bi jihevketina xwe, dibin sebep ku rêya azadîyê zehemettir û dirêjtir bibe temaşe dikin.

Şehîdên Robozkê, li ewên ku bi ezeztîya xwe, bi perçebûn û bi jihevketina xwe, berhemên hemû fedekarî, şehadet û berxwedanên gelê me lawaz dikin temaşe dikin.

Ewên ku ji bo yekitîyeke neteweyî, sekneke neteweyî, hişmendîyeke neteweyî çênebe û nekemile, çi ji destên wan tê dikin; belê, şehîdên Robozkê li wan temaşe dikin.

Başê, çi ji me dixwazin, çi ji me dipên şehîdên Robozkê?

Şehîdên Robozkê, ji me re dibêjin: Yên di nav partîyekê de dikarin bibin yek, bila bibin yek; yên nikarin bibin yek, bila hevkarî û tifaqan bikin; yên nikarin hevkarîyan bikin bila di nav dan û stendin û dîyalogan de bin; yên nikarin dîyalogan jî bimeşînin, bila dijminatîya hev nekin.

Şehîdên Robozkê, li Bakurê Kurdistanê li benda partîyeke xurt, girseyî, milî, demokrat in; li benda tifaqeke stratejîk ya netewî û demokratîk ya xurt in; li benda wê yekê ne ku li ser daxwazên acîl yên miletê Kurd, hevkarîyeke berfireh pêk were û bi vê hevkarîyê hemû alîyên kurdan bibin teref û mixatabên Dewleta Tirkîyeyê.

Şehîdên Robozkê, li Başûrê Kurdistanê li benda wê yekê ne ku bi yekrêzîya gelê me, hikûmeteke xurt ya yekgirtî, milî, niştimanî bê ava kirin û ev hikûmet bikaribe yekitîya dezgehên pêşmerge, ewlekarî, aborî, dîplomasî, rêvebirî yên Herêma Kurdistanê pêk bîne, destkeftîyên federalî biparêze û pêşde bibe û li gel Bexdayê, li gel hemû dewletan wek yek alîyekî tevbigerin, bibin mixetab.

Şehîdên Robozkê, li Rojavayê Kurdistanê li benda wê yekê ne ku li ser hişmendîya Mitabaqata Dihokê, li gorî şerdên îroyîn, îdareyeke hevbeş ya eskerî, aborî, sîyasî, dîplomasî ya hemû partîyên Kurdan bê ava kirin; li benda wê yekê ne ku bi yekgirtineke netewî, rê li statuyeke sîyasî ya netewî bê vekirin. Li benda wê yekê ne ku hemû alîyên kurdan li gel rêvebirîya Şamê, li gel hemû dewletan,  bi yek dengî û yek helwestî wek terefê kurdî bibin mixetab.

Şehîdên Robozkê dibêjin, mimkune ku di encama van pêşhateyên li Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn, hinek firsendên mezin bêne ber derîyê xuşk û birayên me yên li Rojhilatê Kurdistanê. Ji bo ku bikaribin van firsendan baş bikar bînin û ji bo gelê me destkeftinan bidest bixin, divê hêzên neteweyî yên li Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî berfireh, hevkarî û tifaqên xwe yên  neteweyî, demokratîk pêk bînin.

Belê, Şehîdên Robozkê û hemû şehîdên me dibêjin, îro ji her demê zêdetir pêwîstî bi wê yekê heye ku li ser hişmendîya neteweyî, demokratîk, li her perçeyekî Kurdistanê hevkarî û tifaq bêne hûnadin; di nava hêzên her çar perçeyên Kurdistanê û dîasporayê de jî, tor û mekanîzmayeke ku bikaribe koordînasyon, hemahengî, dîyalog, dan û stendin, lihevxwedîderketin, piştgirî, alîkarî, şêwra navxweyî, bi hev re dîyar kirina fikir û helwestên hevbeş bihûne heye.  

Em di wê bawerî û hêvîyê de ne ku Qetlîama Robozkê û qesas û berpirsên wê rojekê dê bêne darizandin.

Belê, me qetlîama Robozkê ya ku di şeva 28.12.2011ê de, ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hate li dar xistin ji bîr nekirîye, emê ji bîr nekin.

Em vê qetlîamê şermezar dikin.

Ji bo qetlîmên nû rûnedin, pêwîstîya me bi hevgirtin, hevkarî, tifaqên neteweyî heye, pêwîstîya me bi welatekî azad û di welatê xwe yê azad de bi jiyaneke adil û azad heye.

Em şehîdên Robozkê û hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin, ruhê wan şad, cîhê wan bihuşt be.

Em bangî Netewên Yekbûyî, Konseya Ewrûpayê, Mehkemeya Mafê Mirovan ya Ewropayê û dezgehên peywendîdar yên cîhanê dikin ku ji bo qesas û berpirsên vê qetlîamê bêne darizandin, gavên pêwîstî pê hene bavêjin.

28.12.2024

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Wezîrê Bazirganiya Navxwe yê Sûriyeyê: Danûstandina bi HSDyê re ji bo yekparçeyiya Sûriyeyê ye
Arif Qûrbanî: Kurdistan çawa dikare mifayê ji Yekgirtûyê wergire?
HSD û HTŞ civiyan
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya sersalê de bangî partiyan kir
PWK serdana Baroya Batmanê kir