Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk: ‘’Ehmedê Xanî careke din bangî me dike; ger we nebe îtîfaqek, dê we nebe tu destkeftinek’’

.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk roja 10.11.2024ê li bajarê Arnhemê yê Hollandayê konferansek li dar xist.

Konferans li Hola Komeleya KOÇ-KAKê li dar ket.

Konferans bi moderatorîya endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Ferhad Boskan birêve çû.

Nûnerên PDK, PDK-Îran, PSK, Partiya Demokrat a Kurdistanê- Suriye (PDK-S), ENKS, Partîya Yekitî ya Demokrat a Kurd li Suriyê (PYDKS), Komela Dostayetîya Kurd û Hollandî û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd  beşdarî konferansê bûn. 

Li gel rêvebir û endamên PWKyê yên li Hollendayê, Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Rifat Sefali û Serokê Meclîsa PWK Ewropayê Baran Boskan beşdarî konferansê bûn.

Di destpêkê de konferans bi sirûda neteweyî Ey Reqîbê, bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê bû.

Paşê Ferhad Boskan, bixêrhatin û spasîya hemû beşdarên konferansê kir û di derbarê armanc û naveroka konferansê de agahdarî da.

Konferans ji du beşan pêk hat.

Di beşa yekem a konferansê de, Mustafa Ozçelîk, di derbar girîngî û rola ava kirina PWKyê, bîr û bawerî û bername û sîyaseta PWKyê de nêrînên xwe anî zimên. Di berdewamîya axaftina xwe Mustafa Ozçelîk di derbarê behsa ‘’pêvajoyeke nû’’ û rûdan û pêşhateyên li Bakurê Kurdistanê, Tirkîyeyê û perçeyên din ên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û bi giştî rojeva heyî de, di derbarê tifaq û hevkarîyên neteweyî de nêrînên PWKyê anî zimên.

Di beşa duyem a konferansê de, gelek beşdarên konferansê bîr û rayên xwe p3eşkêş kirin û Mustafa Ozçelîk, pirsên beşdaran bersîvand.

Beşek ji axaftina Mustafa Ozçelîk bi vî şiklî bû:

’Xuşk û Birayên Delal, Dost û Hevalên Hêja

Îro li Rojhilata Navîn rûdanên gelek girîng pêk tên.

Ev rûdan dikarin gelek guhertinên girîng û mezin jî bi xwe re bînin.

Di demeke ku îhtîmala  bahoz û tsûnamîyên mezin heye de, her dewletek ji bo berjewendîyên xwe, ji bo pêşewazî kirina van bahoz û tsûnamîyan, amadekarîyên pir alî yên aşkere û yên veşartî dikin, xwedî çend kart û alternatîfên cuda cuda ne.

Baş e, gelo em weke kurd, di ferqa dengê van bahoz û tsûnamîyan de ne, gelo tu amdekarîyên me ji bo van bahoz û tsûnamîyan hene? Gelo çend kartên cuda cuda di bêrîka me de jî hene?

Di rewşeke weha aloz û tevlihev de; di pêvajoyeke ku xeterî û rîskan jî firsendên dîrokî jî di zikê xwe de dihewîne de; mixabin weke wan prensên bîzansîyan yên ku li ser cinsîyeta milyaketan gengeşî dikirin, em jî li gorî berjewendîyên teng ên şexsî û grûbî, bi gengeşîyên ku li ser pirsgirêkên biçûk, wan firsendên ku têne ber derîyê me nabînin.

Weke tê zanîn, gava Siltanê Osmanîyan Fatîh Siltan Mehmet, dest bi êrîşa li ser Stenbolê kir û êdî ketibû nava Stenbolê, prensên Bîzansîyan, gengeşîya wê yekê dikirin ku gelo milyaket nêr in an mê ne? Hîna wan gengeşîya xwe didomandin, Osmanîyan Stenbol dagir kirin û Împaratorîya Bîzansîyan têk çû, ji holê rabû.

Belê, mixabin di dîroka Kurdistanê de, em jî weke kurd, gelek caran bi dûv tiştên weke ‘’cinsîyeta milyaketan’’ ve ketine û me gelek firsendên dîrokî  ji dest berdane.

Meriv dikare bêje ku îro jî li her çar perçeyên Kurdistanê jî bi şikil û naverokên cuda cuda, em dîsa di nav gengeşîya ‘’cînsîyeta milyaketan’’ de ne.

Yek ji damezranêrê ewil ê hişmendîya netewbûna miletê Kurd  Ehmedê Xanî 350 sal berê bi hestyarîyeke mezin, di helbesta xwe de gotibû, ‘Ger dê hebûya me ittifaqek. Vêk ra bikira me inqiyadek. Rûm û ereb û ecem temamî. Hemiyan ji me ra dikir xulamî. Tekmîl dikir me dîn û dewlet.’ û  girîngîya tifaqa miletê Kurd anîbû zimên.

Ez di wê bawerîyê de me ku îro Ehmedê Xanî, careke din bi dilêşîyeke mezin ji me hemû kurdên cîhanê re dibêje ’Li xwe vegerin. Bi dûv berjewendîyên şexsî, grûbî nekevin. Bi dûv wan tiştan nekevin ku nahêle hûn firsendên ku têne ber derîyê we, weke şensekê bikar bînin’. Û dibêje, ‘Heger we tunebe îtîfaqek, we tunebe înqîyadek, dê we nebe tu destkeftinek û dewletek’.

Û ez di wê bawerîyê de me ku seydayê Cîgerwxîn jî bi dilêşîya xwe, careke din ji me re dibêje ‘Bibin yek; heger hûn nebin yek, hûnê herin yek bi yek’.

Belê xuşk û birayên hêja,

Helbete ku îttîfaq û înqîyad û bidestxistina mafên neteweyî, ava kirina dewletekê,  îro jî vîyan û armanca me ye. Helbete di wê dewleta ku em ji xwe re dikin armanc de, dê hemû milet û gel û dîn û mezheb rêzê li hev bigrin û ew dewlet dê dewleta hemû pêkhateyên ku li Kurdistanê dijîn be.

Belê, bêyî mibalexe, ez dikarim bêjim ku ava kirina PWKyê, di serdema nû de, di dema ku êdî aqilê çêkirî dikare gelek elimandên mirovahîyê serûbin bike de, nîşane û berhema vê hişmendîya Ehmedê Xanî ye, nîşane û berhema hişmendîya ku pêşewazîya dinyaya nû dike ye.

Me weke TDK-TEVGER û PAKê di  10ê îlona 2023yê de, di rêya pêkanîna armanc û vîna Ahemdê Xanî de gavek avêt û me got em li ser wê rêbaza wî ne, em berdewamîya têkoşîna azadîya Kurdistanê ya 200 salî ne û me PWK ava kir.

Helbete ku ev di rêya dûr û dirêj a doza azadîya Kurdistanê de, gaveke biçûk bû. Lê, weke gotina Çînîyan dbêje, rêya herî dirêj jî bi gaveke biçûk destpê dike.

Roja ku me PWK damezrand, me got ev ne dumahîka rêyekê ye; bileqis, ev destpêkek e. Me got em ji îro ve îlan dikin dikin ku PWK di her pêngaveke vê meşa xwe de, amade ye ku bi partî û tevgerên ku weke me, nêzî me difikirin bibe yek. Û em bangî hemû kadroyên serbixwe yên wek me, n3ezî me difikirin dikin da ku li partîya xwe, li PWKyê xwedî derkevin, bibin xwedîyê PWKyê. Me got, ji bo yekbûnê, ne navê partîya me, ne navê serokê me ne xetên sor in.

Em di wê bawerîyê de ne ku, navê tu partîyan, navê tu serokan ji doza azadî û rizgarîya Kurdistanê ne mezintir e, ne pîroztir e.

Belê em dibêjin, werin em vîn û armanca Ehmedê Xanî pêk bînin.

Werin li her perçeyekî Kurdistanê yên dikarin di nav yek partîyê de bibin yek bila bibin yek; yên nikarin bibin yek bila hevkarî û tifaqan bikin; yên nikaribin hevkarîyê bikin bila di nav dîyalogê de bin, yên nikarin di nav dîyalogê de jî bin, bila dijminatîya hev nekin.

Belê, berîya her kesî, divê hemû rêvebir û endam û alîgirên PWKyê bizanibin ku ew gava ku wan avêtîye, ne gaveke hêsan e, ne gaveke bê zehmetî ye, lê weke naverok û wateya xwe ne gaveke biçûk e, gaveke dilsozane ye, gaveke pîroz e, gaveke ku mizgînîya kultur, hêvî  û hişmendîyeke nû ya hevdem e ku bi tevnê kurdayetîyê hatîye hûnandin. Di demeke ku xêrnexwaz û dagirker, singên mezin li ser sîng û çavên  gelê me, li ser sîng û çavên welatê me de kutane, dikutin de; ne maqûl e ku em li dûv histirî û kirşên biçûk ên ku li tilîyên me ketine bikevin û em van singan nebînin, ji bîr bikin. Her PWKyîyek divê vê şîarê ji xwe re bike rêbaz: Em bi hev re xurt in.

Herweha her PWKyî dê bi hemû xuşk û birayên me yên neteweyî, niştimanî re jî vê  şîarê wek şîareke hevbeş bi hev re bêjin: Em bi hev re xurt in.

Biserketina vê gava ava kirina PWKyê, ji bo hemû gavên ku dê di demên pêş de bêne avêtin, dê bibe nimûne, dê bibe hêvî. Û ez bi dilxweşî û bi bêyî mubalaxa, bi dilrehetî dibêjim û mizgînîyê didim gelê me, tovên ku PAK û TDK-TEVGERê avêtine, şitil dan û êdî bi PWKyê berhemên xwe yên ewil jî didin. Êdî, li gel hemû kêmasîyên xwe jî, şîrê me havin girtîye û êdî em dikarin hêdî hêdî gelek berheman ji vî mastî bigrin.

Emê her lêbixebitin ku ev mast bibe havênê mastekî hîn xweştir, mezintir û berdewamtir.

Ji bo wê jî, divê em jî, hemû partî û kadroyên neteweyî, azadîxwaz, demokrat, kurdistanî jî, formateke nû bavêjin hemû elimandinên xwe yên heta îro; li gorî dinyayay nû, li gorî sosyolojîya nû ya civata kurdistanê, divê em xwe nû bikin û em  lêbixebitin ku nivşên nû bibin xwedî û rêvebirên doza azadîya gelê me û welatê me.

Em hêvî dikin, piştî hemû hewldan û tecrubeyên biserneketî yên di rêya yekitîyên sîyasî û rêxistinî de, ev gava ku bi ava kirina PWKyê ve hatîye avêtin, ev gava nefbiçûkîyê, gava fedekarîyê, gava hevrêzîyê;  ji bo yekitîyên sîyasî û rêxistinî jî ji bo hevkarî û tifaqên stratejîk ên kurdistanî jî ji bo her hevxebateke ji bo kewandina êş û birînên gele me jî ji bo bihevre xebata ji bo her daxwazeke miletê me jî bibe nimûneyek, bibe destpêkek.

Di demeke ku behsa ‘pêvajoyeke nû’ tê kirin de ku mixabin em weke alîyê kurdan ne li ser hev in, pêwîstî bi hevkarî û tifaqên li ser daxwazên neteweyî, niştimanî hene.

Ji bo çareserîyeke rasteqîn, weke destpêk, divê hemû alîyên kurdan mixetab bêne girtin û hinek gavên acîl bêne avêtin!

Daxuyanî û gotinên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî nîşana wê yekê ye ku di metbaxa Dewleta Tirkîyeyê de xwarinek tê kelandin; lê nuha ne dîyar e ku ka ev xwarin çî ye?

Lê belê, dîyar e ku ev nan ne bes bi erê kirina Devlet Bahçelî tenê; herweha bi erê kirina hevbeş a Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Devlet Bahçelî û  rayedarên Dewleta Tirkîyeyê tê kelandin.

Dîyar e ku van rûdanên li Rojhilata Navîn yên vê dawîyê dikare rê li wê yekê veke ku li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê rêya bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk ên kurdan xweştir bike û li Başûrê Kurdistanê destkeftinên federe pêşdetir biçin û bigihêje asteke bilindtir. Herweha dikare li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê rê ji bidestxistina mafen neteweyî, demokratîk ên kurdan re xweştir bike.

Dewleta Tirkîyeyê, ku îro di nav qeyraneke mezin ya aborî, siyasî, civakî û dîplomatîk de ye; ji vê îhtîmala ku van rûdanên li Rojhilatê Navîn yên vê dawîyê dikare vê qeyrana wê kûrtir bike û dikare bibin sebebê guhertinên mezin ditirse.

Bi vê hişmendîyê, hem ji bo kêm kirina pirsgirêkên navxweyî, hem ji bo rê li ber girtina destkeftîyên kurdan ên li perçeyên din û hem jî ji bo di hilbijartina serokkomarîyî de destê Erdoganî xurtir bibe, ev hewldana nû hatîye rojevê.

Helbete ku, partîya opozîsyonê CHP jî, heta radeyekê piştgirîyê dide vê hewlê; bêyî ku ev hewla careke din ji serokkomarîya Erdoganî re rê xweştir bike.

Lê weha xuya ye ku, di nav PKKyê de jî, di nav Dewleta Tirkîyeyê de jî yên ji van hewlan nerazî hene. Herweha mimkun eku hevdîtinên li pişt derîya hinekî xetimî be ku, PKK li Enqereyê êrîşê dibe ser kargeha TUSAŞê û kesên sivîl dikuje û Dewleta Tirkîyeyê jî qeyûman datîne ser şaredarîyên  Esenyurt a Stenboê, Mêrdîn, Batman û Halfetîyê.

Erîşa li ser kesên sivîl ên li Enqereyê  nayê eqebûl kirin, zerarê dide gelê Kurd.

Em tayîn kirina qeyûman ya li ser şaredarîyên jî şermezar dikin. Tayîn kirina qeyûman binpê kirin û tune hesibandina îradeya dengderan e, li dijî demokrasîyê ye. Em dibêjin demildest divê ev biryarna bêne rawestandin û şaredar vegerin ser wazîfeyên xwe.

Dewleta Tirkîyeyê, weke alîyê din yê vê mijarê, PKKyê û Ocalanî destnîşan dike. PKK jî dixwaze mijar di navbera Dewleta Tirkîyeyê, Ocalan, PKKyê ve, li pişt derîyan bê guftûgo kirin.

DEM Partî jî Ocalanî weke mixatab, weke adresa çaresîya pirsgirêkan destnîşan dide.

Di rewşeke weha de, pêwîstî bi wê yekê heye ku em wek alîyên milî, demokrat yên kurd û kurdistanî dengên xwe bilind bikin û weke alîyekî din derkevin seheyê.

Em di wê bawerîyê de ne ku divê em wek alîyekî neteweyî û demokratîk tevbigerin û em bêjin, pirs, ne pirsa şexsekî yan partîyekê ye. Pirs, pirsa mafên neteweyî, demokratîk ên miletê Kurd e; pirsa kurd û Kurdistanê ye.

Pirsa Kurdistanê pirsa mafê çarenûsîya miletê Kurd û gelê Kurdistanê ye, bi awayekî giştî, pirsa statuyeke milî, cografîk, sîyasî ye. Pirsa kurd, pirsa mafên ziman, kultur; mafên demokratîk yên kurdên li bajarên metropolên Tirkîyeyê ye.

Lê belê helbete ku çareserîya vê pirsê dikare ji cîhekî bê destpê kirin.

Em îro li ser daxwazên hevbeş û acîl yên kurdên li Bakurê Kurdistanê û kurdên li Tirkîyeyê dikarin xebateke hevbeş bihûnin û bi rê ve bibin

Ji bo çareserîyeke rasteqîn, divê em hemû partîyên kurdan, dezgehên sivîl ên li Kurdistanê û kesayetên qebûlbar yên civakî hêza xwe bikin yek û bi van daxwazên ku me li xwarê destnîşan kirine bibin mixatabê Dewleta Tirkîyeyê.

Ji bo ku ev pêvajo bi rastî jî bibe destpêka çareserîyeke sîyasî, demokratîk helbete ku divê em ji her dîyalog û guftûgoya li gel Dewleta Tirkîyeyê, li gel partîyên desthilat û mixalefetê re vekirîbin.

Herweha divê em bi alîyên ku piştgirîya maf û azadîyên miletê Kurd dikin, alîyên azadîxwaz, aştîxwaz, demokrat yên Tirkîyeyê re jî di nav dîyalogê de bin, li rêya bi hev re xebatê bigerin.

Divê em bangî Dewleta Tirkiyeyê û partîyên desthilat û mixalefetê bikin da ku van tecrubeyên xwe yên 100 salî bidin ber çavan û li cîhê planên ku dê pirsgirêkan dijwartir û kûrtir bikin; ji hişmendî û helwesteke mijûlkirinê dûr, gavên rasteqîn û maqûl ên ku dê rêya çareserîyê vekin bavêjin.

Em dibêjin ji bo rê li ber çareserîyeke sivîl, sîyasî, demokratîk bê vekirin, divê weke destpêk ev gav acîl bêne avêtin:

-- Divê Dewleta Tirkîyeyê hemû partîyên kurdan, dezgehên sivîl ên li Kurdistanê û kesayetên qebûlbar yên civakî, weke alîyê kurdî, ji bo gotûbêj kirin û çareserîya pirsgirêkan mixetab bigre.

-- Divê rêz li maf û azadîyên hemû kesên ku di hevsê de ne bê girtin û dîvê hemû kesên ku ji ber fikirên xwe û ji ber xebatên xwe yên sîyasî, sivîl, demokratîk ceza xwarine û di hevsê de ne, bêne azad kirin, dozên di vê derbarê de divê bêne rakirin. Ji bo vê armancê jî divê guhertinên yasayî bêne kirin.

-- Divê Dewleta Tirkîyeyê hemû operasyonen xwe yên eskerî û şerê heyî rawestîne, dest ji girtin û neheqîyan berde; herweha divê PKK jî dawî li hemû çalakîyên xwe yên çekdarî yên li Bakur û Başûrê Kurdistanê bîne.

-- Divê nasnameya kurdî, perwerdeya bi zimanê kurdî û fermîbûna zimanê kurdî, azadîya ramanî û rêxistinî bêne qebûl kirin û divê ew di Qanûna Bingehîn ya Tirkîyeyê de bêne garantî kirin.

-- Divê qedexeyên li ser navê Kurdistanê bê rakirin û Qanûna Bingehîn û hemû yasayên Dewleta Tirkîyeyê li gorî peymanên navneteweyî yên ku Dewleta Tirkîyeyê îmze kirin ji nû ve bêne nivîsandin û qebûl kirin.’’

 

 

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir