Serokê TGSê: Ev operasyon ji bo krîmînalîzekirina rojnamevaniyê ne

.

 Serokê Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyê (TGS) Gokhan Durmuş xwest rojnamegerên Kurd ên duh hatine desteserkirin demildest bên berdan û got, " Ev operasyon ji bo krîmînalîzekirina rojnamevaniyê ne.”

Hêzên Ewlekariya Tirkiyê duh 25ê Cotmeha 2022ê di çarçoveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarî ya Enqerê de 12 rojnamevan û xebatkarên Ajansa Mezoptamya û JINEWSê destser kirin.

Derbarê desteserkirina rojnamevanan de Serokê Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyê (TGS) Gokhan Durmuş ji Rûdawê re axivî û got: “Li Enqerê li dijî rojnamegeran operasyon hat lidarxistin û 11 hevalên me hatin desteserkirin. Serê sibê ketin hundirê malên hevrêyên me yên ku bi rêya telefonê jî dikaribûn biçin îfadeya xwe bidin, hempîşeyên me bi kelepçeyan hatin desteserkirin. Hempîşeyeke me tevî zarokeke wê ya  2 mehî heye hate desteserkirin û hêj girtî ye.”

Gokhan Durmuş tekez kir ku Ev operasyon ji bo krîmînalîzekirina rojnamevaniyê ne û got: “Li Tirkiye Di serdemeke wiha ku yasaya sansurê hatiye cîbîcîkirin û hewil tê dayîn xwe gihandina nûçeyan bê astengkirin, hemwext destserkirina hevpîşeyên me, bi nêrîna me nîşaneya wê yekê ku dê guvaş zêdetir bibe û hewleke ji bo nehiştina çalakiyên rojnamevaniyê. Her çend wan wan weke peywendî bi ‘terorîzmê’ re hene nîşan bidin jî, hevpîşeyên me xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê û Ajansa Nûçeyan a Jinê ne ku bi salan e vî karî dikin, li gorî qanûnên Tirkiyeyê hatine avakirin û xebatên xwe dimeşînin. Ji ber vê yekê tohmetên bi vî rengî qet nayên qebûlkirin.”

Di berdewamiya axavtina xwe de Durmuş xwest rojnamegerên ku hatine desteserkirin demildest bên berdan û got: “Ev derbeyek giran e ji bo azadiya çapemeniyê û em daxwaz dikin ku demildest hevalên me yên girtî serbest bên berdan û li hember polîsên ku ew serê sibê bi awayekî dermafê mirovan desteser kirine karûbarên yasayî bên destpêkirin.

Di çarçoveya lêkolîna vê operasyonê de ku ji aliyê Serdozgeriya Enqerê hatiye destpêkirin,  biryara desteserkirina 14 rojnamevanan hatiye dayîn. 12 ji wan hatine destserkirin û yek ji wan piştî karûbarên îfadeyê hatiye girtin. Karûbarên desteserkirina herdû rojmaevanên din jî berdewam in.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir