Serokê WHOyê Ghebreyesus: Ez hîn li ser erka xwe me

Serokê Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus îro sêşemê got ku ewê pêşengîya şerê cîhanî yê dijî pandemîya vîrusa koronayê bikin.

Navenda Nûçeyan - Daxuyanîya Ghebreyesus di vê demê de tê ku Serokê Amerîka Donald Trump gefan li WHO kiribû ku ewê fînansa wê bibire û ji endamtîya wê derkeve.

Ghebreyesus rola WHO parast, piştî ku Amerîka dîsa bi tevahî piştgirîya biryareke li ser pandemîyê kir.

Herwiha Tedros ji civînek li ser înternetê ya 194 welatên endamên WHOyê re got: "Em ji her kesê pirtir berpirsê dixwazin, Emê pêşengîya stratejîk jibo rêxistina bersîveke cîhanî bidomînîn."

Ji ber belavbûna Koronayê gelek rexne li Serokê WHOyê  Tedros Adhanom Ghebreyesus tê kirin.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e