Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî serdana Amerîkayê kir û biryar e bi rayedarên wî welatî re hin hevdîtinan pêk bîne.
Berê Buroya Çapemeniyê ya Serokê Yekîtiya Nîştimniya Kurdistanê ragihandibû, Bafil Celal Talebanî dê di serdana xwe de bi berpirpirsên bilind ên wî welatî re bicive.
Li gorî daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî dê bi berpirsên Wezareta Derve, Kongires û Navendên lêkolînê yên wî welatî re hin pirsên girîng gotûbêj bike.