Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) dibêje ger yekitî li ser bingeha Kurd û Kurdistanê be dê erênî be û di dengên Kurdan de şoreşek pêk bê.
HAK-PAR jî yekitiya bi partiyên Kurdan re bi temamî red nake lê bi guman nêzik dibe.
Her roja ku hilbijartin nêz dibin, amadekariyên avakirina eniyan jî zêde dibin. Piştî AK Partî û MHPê, niha jî HDP hewl dide bereyek ava bike.
Hevseroka HDPê Pervin Buldan di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re eşkere kir ku ew ê bi partiyên Kurdistanî re ji bo avakirina eniyeke Kurdan hevdîtin bikin. HDP dê bi Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Demokratîk a Kurdistanê – Bakur (PDK-Bakur), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye (PDK-T), Partiya Azadî û Sosyalîzm (OSP) û Hereketa Azadî re hewl bide eniyek ava bike.
Pervin Buldan ji Rûdawê re diyar kir: “Bi taybetî jî partiyên Kurdistanî em dizanin bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re, çawa nêzikî pirsgirêkên welat dibin. Di rojên pêş de, piştî çalakiyên 8ê Adarê emê biçin serdana partiyên Kurdistanî. Her çi qas pirsgirêka wan partiyan a benda hilbijartinê hebe jî, yekîtiyeke bi van partiyan re gelek giring e. Piştgiriya wan a bo HDPê pir giring e. Eger Kurd di nava xwe de yekitiya xwe ava bikin, ti hêz dê nikaribe êrîşî nirxên me bike û nirxên me têk bibe.”
Heta niha ji xeynî HDPê ti partiyeke Kurdî ya Bakurê Kurdistanê mafê beşdarîkirina hilbijartinan bi dest nexistiye. HAK-PAR ku li 27 bajaran birêxistinkirî ye û hewl dide beşdarî hilbijartinan bibe, giringî dide banga HDPê ya avakirina eniyeke hilbijartinê, lê ji HDPê gumanên wan jî hene.
Serokê Giştî yê HAK-PARê Refik Karakoç eşkere kir: “Em ji tifaqê dûr nakevin. Lê belê divê tifaq li ser siyaseteke rast bê avakirin. Wextê ku siyaset rast nebe û me ji hev baş fêm nekir, tifaq ti encamek nade. Pirsgirêk ev e.”
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) jî yekitiya Kurdan a di hilbijartinê de giring dibîne. Lê ew dibêjin encax li ser xalên neteweyî û demokratîk ew dikarin eniyek ava bikin. Li gorî PAKê, divê bernameyeke hevbeş hebe û di vê bernameyê de daxwaza fermîkirina zimanê Kurdî û pejirandina nirxên Kurd û Kurdistanê bê kirin.
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik ji Rûdawê re ragihand:
“Em dibêjin eger bloka neteweyî û demokratîk a Kurd û Kurdistanê pêk bê, di dengên Kurdistanê de dê şoreşek pêk bê. Li hemberî dewleta Tirkiyê, di dîroka Komara Tirkiyê ya 95 salan de cara yekemîn dê Kurd bibin aliyekî.”
Ji bo ku li Tirkiyê partiyek bikaribe tevlî hilbijartinan bibe pêwist e li 41 bajar û 125 navçeyan birêxistinkirî be û şaxên xwe danîbe. Ji ber vê yekê ger eniyek ava bibe jî partiyên Kurdî dê neçar bimînin di bin banê HDPê de bikevin hilbijartinê.