Serokerkanên Rûsya û Amerîka dosya Sûrîyê guftûgo dikin

Serokerkanê Rûsî General Valery Gerasimov û Serokerkanê Amerîka General Mark Milley ji bo li Rojavayê Kurdistanê û Sûrîyê di operasyonên serbazî ti bûyerên nexwast di navbera wan de rû nedin, civîyan.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Berevanîyê ya Rûsî di daxuyanîyekê de ragihand, Gerasimov û Milley li bajarê Bern ê Siwîsrayê civîyan û rewşa aramya stratejîk, rewşa Sûrîyê û navçeyên din guftûgo kirin, ji bo di operasyonên serbazî ti bûyerên nexwast rû nedin.  

Ji alîyê xwe ve jî, Wezareta Berevanîyê ya Amerîka tekez kir, Gerasimov û Milley dosya Sûrîyê, rewşa aramîya stratejîk, rêgirtina li ber pevçûnan û kêmkirina metrisîyan guftûgo kirin.

Piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji hin navçeyên Rojavayê Kurdistanê û êrîşa Artêşa Tirkîyê, hêzên Rûsî derbasî rojhilatê Firatê bûn û dest bi gerên çavdêrîyê kirin.

Li rojhilatê Firatê wiha lê hatîye, ligel hebûna hêzên HSD, grûpên çekdar ên opozîsyona Sûrîyê yên Tirkîye piştevanîya dike, hêzên rêjîma Sûrîyê, hêzên Rûsî û hêzên Amerîkî û Hevpeymanîya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hene. Herwiha hêzên Rûsî, Tirkî û Amerîkî jî gerên çavdêrîyê dikin û car caran rastî hevdu tên.

 

K24

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e