Serokkomarê Afganîstanê biryara azad kirina 1500 çekdarên Talîbanê da

Serokkomarê Afganîstanê biryara azad kirina 1500 çekdarên girtî yên Tevgera Talîbanê yên li welatê xwe da.

Navenda Nûçeyan - Berdevkê serokkomarê Afganîstanê Sidîq Sidîqî ragehand, bi fermana serokkomar ve wek pêngava yekem a biryara azad kirina 1500 çekdarên Talîbanê hate dayîn.

Sidîq Sidîqî ragehand, du hezar çekdarên din ên Talîbanê dê bên azad kirin, lê eger Talîban pêbendî rêkeftinê be li gel Amerîkîyan.

Li gor berdevkê serokkomarê Afganîstanê ragehandîye, 1500 çekdarên Talîbanê dê roja 14.03.2020ê bên azad kirin.

Sidîq Sidîqî got, Talîban daxwaz dike hemû girtîyên wê, ku hejmara wan 5 hezar çekdarin bên azad kirin, lê ew jî zehmete.

Roja 29.02.2020ê nûnerên Talîban û Amerîkayê li Doha ya paytexta Qeterê rêkeftina ragirtina şer îmza kirin.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes