Serokkomarê Fransayê seredana Kurdistanê kir

Di 02.01.2017ê de Serokkomarê Fransayê François Hollande ji bo serdaneke fermî hat herêma Kurdistanê

Di 02.01.2017ê de Serokkomarê Fransayê François Hollande ji bo serdaneke fermî hat herêma Kurdistanê

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê bi merasimeka resmî pêşwazî li François Hollande û şandeya li gel kir. Li gel serokkomarê Fransayê François Hollande, wezîrê berevaniya Fransa Jean Yves Le Drian di şandeyê de cîh girt.

Di pêşwazîkirina serok komarê Fransayê François Hollande de, li gel serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, wezîrê karê navxwe Kerîm Sincarî, fermandarê yekeyên 70 Şêx Cefer Şêx Mistefa jî amade bû.

Herweha berpirsiyarên etnîkî, dinî û mezhebî yên herêma Kurdistanê û zarokên şehîdên ku di şerê dijî Daîşê de jîyana xwe ji dest dabûn di pêşewazîyê de amede bûn.

Serokê Fransayê, di Îlona 2014an cara yekem serdana Hewlêrê kiribû û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civîya bû.

Di meha gulanê de li Fransayê hilbijartina serokomarîya Fransayê heye François Hollande xelas dibe û cara duyem xwe kandît nîşan nedaye. 

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes