Serokkomarê nû yê Îranê: ‘Ez Tirk im û bi Tirkbûna xwe serbilind im’

.

Dîmenên serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan derketin holê ku dibêje, “Ez Tirk im û bi Tirkbûna xwe serbilind im.”

Xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê doh ji bo hilbijartina serokkomarê serdema 14an çû ser sindoqan.

Namzedê reformxwaz Mesûd Pizîşkiyan ji sedî 53,7ê dengan wergirtin û bû serokkomarê Îranê.

Dema propagandaya hilbijartinan li ser “Kurdbûn an Tirkbûn”a wî gelek gotegot hebûn.

Dîmenên nû yên Pizîşkiyan derketin ku dibêje ew Tirk e.

Pizîşkiyan di dîmenan li ser pirsa “Tu bi Kurdiyeke herikbar diaxivî, tu ji kû derê yî?” dibêje ku ew ji Mehabadê ye.

“Min nedihişt zarokên bi Farisî biaxivin”

Pizîşkiyan paşê pirsa “Tu Kurd î yan Tirkî?” jî wiha dibersivîne:

“Ma we ji gotinên min fêhm nekir bê ma ez Kurd im an Tirk im?

Min berê jî destûr nedida ku zarokên min li malê bi Farisî biaxivin, em bi zimanê Azerî diaxivîn.

Min got ku ez Tirk im û li Azerbeycanê hatime dinê.

Bavê min Tirk bû, dêya min Tirk bû û ez bi Tirkbûna xwe serbilind im.”

Divê were bibîrxistin ku Mesûd Pizîşkiyan dema propaganya hilbijartinê li Kirmaşanê bi Kurdî axivîbû û gotibû, "Bijî Kurdistan."

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye