Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer çû bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê û bi kesayetiyên herêmî û xelkê re civiya.
Ehmed Şer soz da ku ew dê ewlehî û aramiyê misoger bikin û sivîlan biparêzin.
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer îro piştî gera xwe ya li Îdlib, Heleb û wargehên wê çû Efrînê jî.
Li gorî medyaya Sûriyeyê, Ehmed Şer bi kesayet û xelkê Efrînê, nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS), çalakvan û hinek niştecihên herêmê re civiya.
Ehmed Şer guh da gazindên xelkê û soz da ku ewlehî û aramiya Efrînê pêk bîne.
Li gorî agahiyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê bi dest xistine, Şer soz da ku dê bi hevkariya niştecihên herêmê ji bo vegerandina ewlehî û aramiyê bixebite û dê gavên lezgîn ji bo rawestandina binpêkariyan bavêje.
Berê jî Berpirsê Meclisa Xwecihî ya Efrînê Azad Osman ji Rûdawê re gotibû ku hejmara komên çekdar li gorî berê gelekî kêm bûye û tenê ji sedî 15ê wan mane.