Serokkomariya Fransayê: Operasyona Tirkiyeyê li Minbicê 'nayê qebûlkirin'

Serokkomariya Fransayê ragihand ew çi operasyoneke Tirkiyeyê li dijî bajarê Minbicê red dikin. Çavkaniyên ji Qesra Elyseeê ragihand ku Serokkomariya Fransayê wiha difikire ku ti operasyoneke Tirkiyeyê li ser Minbicê nayê qebûlkirin.

Fransayê li ser operasyoneke Tirkiyeyê li Minbicê diyar kiriye ku ew wek Amerîkayê difikirin ku operasyoneke leşkerî ya Tirkiyeyê li ser Minbicê "nayê qebûlkirin".

Li gorî Reutersê, Çavkaniyeke ji serokkomariya Fransayê pêşbîn nake ku ti operasyoneke leşkerî li bakurê Sûriyeyê pêk bîne ku dikeve derveyî şerê hevpeymaniya navdewletî yê li dijî DAIŞê.

Hêjayî gotinê ye ku Berdevkê hikûmeta Tirkiyeyê Bekir Bozdag berî vê daxuyaniyê bi demeke kurd bertek nîşanî gotinên serokomarê Fransayê Emmanuel Macronî dabû ku gotibû, "YPG jî di nav de em ê piştgiriyê bidin kurdan û leşkaran bişînin Minbiçê." Bozdag, "Yên ku piştgiriyê bidin PYD/YPGê wê piştgiriya Tirkiyeyê winda bikin."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin