Serokomarê Iraqê: Me di navbera HSD û HTŞê dest bi navbeynkariyê kiriye

.

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd ragihand ku wan wekî Iraq di navbera HSD û Rêveberiya HTŞê ya Sûriyê de, dest bi navbeynkariyê kiriye.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên jî daye xuyakirin ku wê êrîşên Tirkiyê li dijî kurdan metirsiyên mezin bi xwe re bîne.

Serokomarê Iraqê Ebdulêtîf Reşîd, ji Sky News re eşkere kir ku wan dest bi navbeynkariyê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û rêveberiya demkî ya Sûriyê de kirine.

Fuad Hisên jî li bajarê Davos ê Swîsreyê li ser êrîşên Tirkiye û komên çekdarên wê bi ser Rojavayê Kurdistanê de got, êîrişên Tirkiyê li dijî kurdan wê metirsiyên mezin bi xwe re bîne.

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'