Serokwezîr Barzanî: Belge têrê dike ku Jenosîda Êzdiyan bê pejirandin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, peyamek bi helkefta salvegera komkujî û revandina bi hezaran Kurdên Êzdî ji aliyê DAIŞÊ ve belav kir û têde pistgirî û giringîdana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Êzdiyan tekez kir.

Di peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hatiye: Emê berdewam bin li ser rizgarîkirina wan welatiyên Êzdî ku hatine revandin yan nebedî bûne.

Nêçîrvan Barzanî tekeziyê li ser berdewamiya bizavên Hikûmetê ji bo başkirina rewşa Êzdiyan dike û dibêje: Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li gorî karînên xwe, bizava başkirina jiyana meşextên devera Şingalê dike, ku ev çend sal in di rewşeke nexweş ya meşextiyê de dijîn.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: Belgehên temam hene, daku Hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî, bi biryareke taybet, li cînosayda Êzdiyan mikur bên.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin