Serokwezîr Barzanî: “Em dev ji mafên qanûnî yên Kurdistanê bernadin”

.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi heyeta Kurdistanê ya ku bi Bexdayê re muzakereyan dike re civiya. Di civînê de li ser mijarên ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de pirsgirêkin bi taybetî di warê aboriyê de, axifîn. Di derbarê ku her dû teref li serê weka wadê ewilî lihev kirine, ragihandin.

Mesrûr Barzanî di beyana xwe de got ku hukumeta federal îsal ji meha 6 ê û vir de maaşên memûran û para Kurdistanê yên darayî neşandiye û got ev mafekî qanûniye û divê hukumeta navendî berpirsiyariya xwe bicîh bîne.

Barzanî di beyana xwe de got ku ew “dev ji mafên qanûnî yên herêma Kurdistanê bernadin” û budçeya sala 2021 ê, di navbera Hewlêr û bexdayê de têgihîştinekiye û dixwazin li ser bingeha destûrê şareser bibe.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne