Navenda Nûçeyan- Îro roja duşemê 03.02.2020an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Pîrmam, ligel Wezîrê Derve û Bergirî yê Belcîka Philippe Goffin civîya. Di civînê de, gotûbêj derbarê pêwendîyên Herêma Kurdistanê û Belcîka, rewşa Iraqê û navçeyê hat kirin.
Belcîka, pêwendîyên wê yên bihêz ligel herêma Kurdistanê hene û di çend salên derbasbûyî de, pêwendîyên xwe ligel Kurdistanê pêşxistin e.