Serokwezîr Barzanî rewşa Koronayê bi parêzgarê Silêmanîye re gotûbêj kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di pêwendîyek telefonî de digel Parêzgarê Silêmanîyê Heval Ebubekir, rewşa tendirustî ya bajarê Silêmanîyê û tedbîrên xweparastinê ji vîrusa Koronayê li parêzgehê pirsî

Navenda Nûçeyan - Êvara roja pêncşemê 18.06.2020an di pêwendîyeke telefonî de digel parêzgarê Silêmanîyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rewşa tendirustîya Silêmanîyê pirsî û daxwaza pabendbûn bi tedbîrên xweparastinê û rênimayîyên tendirustîyê kir.

Barzanî, hevxemîya xwe digel malbatên qurbanîyên Koronayê nîşan da, sersaxî li wan kir. Herwiha biryar jî da, 2 milyar dînarên din ji bo parêzgehên Silêmanî û Helebce û Îdareyên Germîyan û Raperîn bê xerckirin, ji bo alîkarîkirina wan di rûbirûbûna Koronayê de.

Herwiha Serokwezîr Barzanî ji bilî nîşandana dilgiranîya xwe ji rewşê, tekez jî kir, take rê ji bo derbaskirina vê rewşê û kontrolkirina vê pandemîyê, pabendbûn bi tedbîrên xweparastinê û rênmayîyên tendirustîyê ji alîyê dezgehên hikûmetê û welatîyan ve ye. Her di wê pêwendîyê de, Barzanî tekez kir ku hikûmetê hemû karînên xwe ji bo dabînkirina debara jîyan û parastina tendirustîya welatîyan kirîye û tekez kir, ne divîya ev babet bi nakokîyên sîyasî bihata têkel kirin.

Hêvî xwest bi alîkarî û yekrêzîya hemû alîyan, bi taybetî piştevanîya alîyên beşdarbûyên hikûmetê, vê qonaxa zehmet derbas bikin.

Herwuha parêzgarê Silêmanîyê Heval Ebûbekir jî spasîya piştevanî û piştgirya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!