Serokwezîr bi nûnerê Amerîka re li ser êrîşên PKK ê û Rojava axifî

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi nûnerê Amerîkayê yê taybet bo Sûriyê bi Joel D. Rayburn re di rêya telefonê de axifî. Di telefonê de her weha behsa têkiliyên navbera Kurdan yên di warê parvekirina desthilatiyê, siyaseta piralî û azadiya navbera wan û li ser hebûna muzakereyan axifîn.

Behsa hebûna İŞİD ê ya li Sûriyê û talûka wan ku hêj dewam dike hat kirin. Barzanî behsa êrîşên PKK ê yên dawiyê kir ku duhî li Amediyê PKKê Pêşmergeyekî şehîd kiribû û berê jî du Pêşmerge ji aliyê PKKê de hatibûn şehîdkirin.

Barzanî behsa xwepêşandanan kir ku PKK yî xwepêşandanên aştiyane provoke dikin û aramiya herêmê dixin nava talûkê û bo herêmê talûke ne. Di axaftina telefonê de behsa derketina HSD ê ji bin bandora PKK ê hat kirin û alîkariyên ku digihên HSD ê divê PKK ji wan îstîfade neke.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne