Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hemberê êrîşa ser Kurdên Kerkûkê bertekê nîşan da

.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bertekê nîşanî êrîşa Erebên îtxal yên Kerkûkê yên ser gundê Pelkane da. Barzanî li ser êrîşa Ereban ku êrîşê gundê Pelkane yê bi ser nahiya Sergeran da ku di êrîşa Ereban de 10 kes birîndar bûbûn. Barzanî bûyerê li dijî pêngavên erênî ku hukumeta Kurdistanê bi hukumeta Iraqê re pêngavan davêje ragihand û bûyerê îhlala ji bo xerabkirina îstîqrar û aramiyê destnîşan kir.

Barzanî ragihand ku êrîş ji bo tirsandin, mehandin û guhertina demografiya Kurdistanê hatiye kirin. Barzanî îşaretê bal bi xala 140 ê ya destûra Iraqê da û got:

“Em dibêjin ji bo geşepêdana Herêma Kurdistanê û hinek deverên Iraqê, ji bo pêş de herin û ji bo vê yekê zemînekî bi îstîqrar çêbikin, ji bo pirsgirêkên van herêman çareser bikin û ber li bêhûzûriyê bigrin, divê xala 140 ê ya destûra Iraqê bê bicîhkirin.”

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn