Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îşev 15ê Nîsana 2023an, di pêwendiyeke telefonî li gel d Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir li rewşa devera Silêmaniyê û parastina ewlehî û aramiya wê deverê pirsî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî nîgeraniya xwe li hember rewşa ne li bar a ewlekariya parêzgeha Silêmaniyê nîşan da û piştevaniya hikûmetê ji bo dabînkirina parastina asayîş û aramiya zêdetir li navçeyê ji Parêzgar re ragihand.