Serokwezîr Mesrûr Barzanî: PKK hîn ji Şingalê derneketiye  

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, hîn jî hêzên PKKê ji Şingalê derketine û gunehê vê yekê jî dikeve stûyê Bexdayê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li ser rewşa Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê press konferansek li dar xist.

Mesrûr Barzanî di beşek ji daxuyaniyên xwe de behsa rêkeftina Şingalê kir û diyar kir, hêzên PKKê yan ewên ser bi PKKê ve ne, ji bo çend demjimêrên diyarkirî baregehên xwe vala kirin û paşê bi cilûberg û yunîformên nû  vegeriyane nav Şingalê û “mixabin hinek ji wan di bin navên cuda de di nava saziyên hikûmeta federal de hatine wergirtin.”

Serokwezîr Barzanî di bersiva pirseke têkildarî danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê de jî ragihand, ew piştgiriya diyalogê dikin, lê tekez kir, “Nabe aliyek ji ber hêz û desthilata xwe, xwe li ser aliyên din bisepîne.”

Mesrûr Barzanî got: “Em piştgiriî li her diyalogekê dikin ji bo ku bigihên rêkeftinekê ku di berjewendiya xelkê de be.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di beşeke din a konferansa rojnamevaniyê de, behsa hebûna PKKê li Başûrê Kurdistanê kir û diyar kir, “PKK xwe weke alternatîfa hikûmetê dibîne.”

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne