Serokwezîr Mesrûr Barzanî: PKK li navçeyên sînorî rê li vegera gundiyan digire

.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di gotûbêja xwe ya taybet bi nûnerên navçeyên curbicur ên parêzgeha Dihokê re behsa ser çend mijaran kir, şer û pevçûnên di navbera artêşa Tirkiyeyê û çekdarên PKKê de li navçeyên sînorî jî, yek ji mijarên civînê bû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê şerê artêşa Tirkiyeyê û çekdarên PKKê li sînorên Herêma Kurdistanê de got: “Ev şer şerê Tirkiye û PKK’ê ye, ji ber ku Tirkiye PKK’ê weke hincet nîşan daye. Eger PKK xwe Kurd dihesibîne, divê vî şerê di nava sînorên Herêma Kurdistanê de rawestîne.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî, PKK hesabê desthilat û hikûmeta Herêma Kurdistanê nake û nahêle welatî vegerin cihên xwe û bacê ji xelkê distîne.

Herwiha tekez kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewleke mezin daye ji bo ku şer zêdetir berfireh nebe û nekeve nava Herêma Kurdistanê, eger na, PKK bi niyaz bû ku şer derbasî Dihokê û cihên din bike.

K24

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir