Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê serdana cihê êrîşa mûşekî kirin

.

Ji nêz ve ziyanên êrîşê dîtin ku li xanî û cihên niştecîbûna welatiyan û saziya Kurdistan24ê ketine.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û şanda pê re, îro duşemê 14ê Adara 2022yan serdana cihê êrîşa mûşekî ya li Hewlêrê kirin û ji nêz ve ziyanên êrîşê dîtin ku li xanî û cihên niştecîbûna welatiyan û saziya Kurdistan24ê ketine.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de spasiya Serokwezîrê Iraqê kir ji ber hatina wî bo Hewlêrê û serdana cihê êrîşê, da ku bibîne ew der cihekî sivîl e û milkê welatiyekî vî welatî ye û bûye armanca milmaniya navdewletî ku ne Iraq û ne Herêma Kurdistanê beşek ji wê milmilaniya navdewletî nînin.

Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Me daxwaz kir ku lijneyeke navdewletî were avakirin, da ku werin vî cihî bibînin û rastiyan bizanin, da ku ji hemû dinya û xelkê Iraqê û Îran û hemû civaka navdewletî re eşkere bibe ku ev der cihekî sivîl e û bi awayî ew tohmet û buhtanên li Herêma Kurdistanê têne kirin, ku goya cihekî eskerî bûye û ji bo welatekî din hatiye bikaranîn, ti bingeha wê tune ye, em ti car beşek ji wê milmilaniyê nînin, ku mixabin me tevlî kirine, loma pêkanîna lijneyê ji bo vê mebestê, gelek gelek girîng e, daku rastî ji bo xelkê û ji bo civaka navdewletî werin eşkerekirin.”

Serokwezîrê Iraqê jî diyar kir ku hatina wî bo Hewlêrê peyameke zelal û eşkere ye ku Bexda her dem piştevanê Hewlêrê ye, her weke çawa Hewlêr piştevanê Bexdayê ye.

Mistefa Kazimî destnîşan kir: “Me ji welatê cîran ji Îranê daxwaz kiriye ku belgeyên li ser sedema vê êrîşê pêşkêş bikin û em hêvî dikin ev belge li ser bingeha guman nebe. Loma me lijneyek bi serokatiya Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Niştimanî, bi hemahengiya şandeke serbazî û teknîkî pêk aniye ji bo derxistina rastiyan. Em ji hemû Iraqiyan re dibêjin ku em welatekî yekgirtî ne û peyama min jî ji bo xelkê Kurdistanê ew e ku em ji bo hemû alîkarî û piştevaniyê li cem we ne û em ji bo çareserkirina hemû kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê dixebitin.

Kurdistan Haberleri

Romana Bextiyar Elî ket lîsteya 100 Pirtûkên Herî Baş ên Sedsala 21emînê
Emerîka: Grûpên çekdar Iraqê dikşînin nav şer
Li navça Hekîmhan a bajarê Meletiyê 100 heb mîh ji ber berf û bahozê mirin
Wezaretê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê xwestiye zarokxaneyan bigire
Amerîka: Îran û komên girêdayî wê Îraqê ber bi şer ve dibin