Meaşê mehane yê Serokwezîrê berê yê Sûriyeyê yê serdema Beşar Esed Mihemed Xazî Celalî 140 dolarên Amerîkî bûye.
Serokwezîrê berê yê Sûriyeyê Mihemed Xazî Celalî di mala xwe ya 150 metrî de ji Rûdawê re behsa gendeliya li Sûriyeyê kir û got:
“Li ti dera cîhanê mînaka wê nîne, tenê deynê Îranê yê li Sûriyeyê gihiştiye 30 milyar dolarên Amerîkî.”
Du sedemên ku bûn sedema rûxandina Esed
Mihemed Xazî Celalî yê Serokwezîrê berê yê Sûriyeyê yê serdema Beşar Esed, di hevpeyvîna xwe ya bi Tora Medyayî ya Rûdawê de anî ziman:
“Hejarî û gendelî bûn sedema rûxîna rejîma Sûriyeyê, ne ew şerê ku 13 sal in li welêt tê kirin.”
Berbanga 8ê Kanûna Pêşîn xelkê Sûriyeyê ji xew rabû û bihîst ku ew serokê ku 24 sal in birêvebiriya welatê wan dike, Sûriye bi cih hiştiye û reviyaye Rûsyayê.
Mihemed Xazî Celalî berovajî Beşar Esed û wezîr û rayedarên bilind ên leşkerî û ewlehiya Sûriyeyê ku ji xelkê û hatina Heyeta Tehrîr El Şamê ditirsiyan û Sûriyeyê bi cih hiştin, biryar da li Şamê bimîne.
Mihemed Xazî Celalî li ser mayîna xwe da zanîn:
“Tirseke min nebû ku ez birevim, saet 05:00an berî ku çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê bigihêjin Şamê, 20 parêzvanên min ên leşkerî hebûn, hemû çûn.
Ez û malbata xwe bi tenê man.”
Roja ketina rejîma Beşar Esed saet 08:00an telefonek ji Mihemed Xazî Celalî re tê jê re dibêje, “Bimîne û tu parastî yî.”
Li aliyê din ê telefonê serkirdeyê Heyeta Tehrîr El Şamê Ehmed Şer (Ebû Mihemed Colanî) hebû ku niha kesê yekem e li Sûriyeyê.
Mihemed Xazî Celalî zêdetir behsa naverokê telefonê kir û anî ziman:
“Ehmed Şer ji min re got em dê berdewam bin di têkiliyê de û tu parastî yî, min jî jê re got, ez mame û min wek ên din welatê xwe bi cih nehiştiye.”
Du rojan piştî rûxîna Beşar Esed, li ser daxwaza Ehmed Şer, Mihemed Xazî Celalî desthilata xwe wekî serokwezîr radestî Mihemed Beşîr kir û hikûmeteke demkî ya heta Adara 2025an hat avakirin.
Pileya wezîrtiyê bi 100 lîreyên zêr
Mihemed Xazî Celalî li derveyî Şamê li gel zarokên xwe di apartmaneke 150 metrî de li qatê duyem ê avahiyekê dijî.
Mihemed Xazî Celalî di dema hevpeyvînê de zû bi zû cixareyeke Marlboro ji paketeke şîn derdixe ku nirxê wê 50 hezar lîreyên Sûriyeyê ye ku dike nêzîkî 4 dolarên Amerîkî.
Heta ku me hevpeyvîn qedand, Mihemed Xazî Celalî 5 cigare kişandin û odeya xwe tijî dûxana cixareyê kir.
Mihemed Xazî Celalî 5 roj bû rihê xwe yê spî kur nekiribû, dema jê hat pirsîn çima kur nekiriye, wî cixareyek vêxist û negot ku dê kengî kur bike.
Berî ku bibe Serokwezîrê Sûriyeyê, Serokê Zanîngeha Sûriyeyê ya Ehlî bû û demekê Wezîrê Gihandinê yê Sûriyeyê bû.
Ji aliyê wezîrekî berê yê Sûriyeyê ku erkekî wî yê ewlehiyê hebûye telefonek jê re hatiye û gotiye “Ji bo ku bibî Serokwezîrê Sûriyeyê navê te li gel çend kesên din di lêkolînê de ye.”
Mihemed Xazî Celalî got:
“Berê ez haydar nebûm ku ew erk dê ji min re were pêşniyarkirin.”
Mihemed Xazî Celalî diyar kir ku di dema amadekirina kabîneya xwe û destnîşankirina wezîran de kesekî jê re gotiye:
“Daxwazek ji rêya kesê sêyem ve ji min re hat ku filan kes bikim wezîr û di berdêla wê de 100 lîreyên zêr bidin min lê min red kir û ew kes nekir wezîr.”
Mihemed Xazî Celalî razî nebû navê wî kesî eşkere bike.
Meaşê wezîr 70 dolar bû
Yek ji sedemên sereke yên rûxîna desthilata Beşar Esed wekî Mihemed Xazî Celalî dibêje:
“Hejarî û gendeliya li Sûriyeyê bû ku li tevahiya cîhanê mînaka wê nebû.”
Mihemed Xazî Celalî her wiha got:
“Ez serokwezîr bûm, meaşê min ê mehane 2 milyon lîreyên Sûriyeyê bû ku dike 140 dolarên Amerîkî.
Meaşê wezîr 1 milyon lîreyên Sûriyeyê bû ku dike 70 dolarên Amerîkî, karmendên Sûriyeyê 20 dolarên Amerîkî distand û leşkerên Sûriyeyê 17,5 dolarên Amerîka distand.”
Mihemed Xazî Celalî bi karê fermî re wekî Serokwezîrê Sûriyeyê li gel malbata xwe ji bo debara xwe karên din jî dikir.
Mihemed Xazî Celalî anî ziman:
“Ez berê serokê zanîngehê bûm, jina min endazyar e û di kompanyayekê de kar dikir, li gel ofîsa xwe ya endazyariyê şêwirmendî min dikir.
Em neçar bûn wiha bikin da ku pere ji bo jiyanê peyda bikin, dahata min û malbata min hemû digihîşt 2 hezar dolarên Amerîkî.”
Mihemed Xazî Celalî ji bo zelalkirina rewşa Sûriyeya serdema Esed, pirsekê dike “dema leşkerê welatê te meaşê wî 17,5 dolarên Amerîkî be çawa canê xwe bê berdêl dike gorî û parastinê li welat û desthilatê bike?”
Mihemed Xazî Celalî
Esed çi qas pere li dû xwe hişt?
Ji sala 2011ê ve li Sûriyeyê şer heye û Sûriye li ser çend herêmên leşkerî hatiye dabeşkirin û di vî şerî de aboriya Sûriyeyê hilweşiya.
Berî destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyeyê, ew welat rojane 300 hezar bermîl petrol hildiberand lê petrol êdî di bin kontrola Şamê de nema.
Hikûmeta Sûriyeyê ji bo budceya sala 2025an amadekarî dikir.
Mihemed Xazî Celalî li ser budceya ku hatiye amadekirin got:
“52 trilyon lîreyên Sûrî bû, ji sedî 20 kêmasî hebû, dahata Sûriyeyê piraniya wê ji bacê dihat.”
Mihemed Xazî Celalî agahiyên zêdetir li ser dahata Sûriyeyê dan û anî ziman:
“Dema Esed ket, li Bankaya Navendî ya Sûriyeyê, derdora 100 milyon dolar pere hebû, ew jî hemû lîreyên Sûriyeyê bûn, dolar û diravên biyanî tune bûn.”
Mihemed Xazî Celalî destnîşan kir ku Sûriye rûbirûyî pirsgirêka mezin a elektrîkê bûye ku 8000 megawatî daketiya 1000 mêgawatî û anî ziman:
“Berî ku şer li Sûriyeyê dest pê bike, 8000 megawat elektrîk dihat berhemanîn û zêde jî bû.
Sûriyeyê beşeke elektrîka xwe difirot, niha berhema elektrîka Sûriyeyê daketiye 1000 mêgawatî.
Ji bo ku li Sûriyeyê 24 saet elektrîk hebe, pêwîstiya wê bi 7000 mêgawat elektrîk heye.”
Mihemed Xazî Celalî di hevpeyvînê de behsa piştgiriya Komara Îslamî ya Îranê ya ji bo rejîma Beşar Esed kir û anî ziman:
“Îranê mehane 2 milyon bermîl petrol dida Sûriyeyê û me jî milyonek bermîl dikirî.
Îraqê ji ber Amerîkayê nikarîbû petrolê bide Sûriyeyê.”
Mihemed Xazî Celalî piştgiriya darayî ya Îranê ya ji bo Sûriyeyê bi vî awayî ron kir:
“Ji destpêka şoreşê ve Îranê salane 3 milyar dolar daye Sûriyeyê, niha Sûriye 30 milyar dolar deyndarê Îranê ye.”
Ev hevpeyvîn beşekê wê tê weşandin û beşa din jî dê di bernameya Hêj Maye de were weşandin.
Rûdaw