Navenda Nûçeyan - Bolsonaro û Mandetta ser rêbazên têkoşîna dijî vîrusa korona li hev nekiribûn.
Mandetta dîyar kiribû ku divê gel li gor mesafeya civakî tevbigere û Bolsonara jî dabû zanîn ku ew mijara vîrusa korona pir tê mezin kirin.
Li Brezîlya bi qasî 210 mîlyon kes dijîn û li wir heta niha 30,425 bi vîrusa korona ketine.
Wê vîrusê li Brezîlya 1924 kes kuştine.