Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Sêyemîn Pêşangeha Navdewletî ya Xanûber û Veberhênanê vekir

.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Sêyemîn Pêşangeha Navdewletî ya Taybet bi Xanûber û Veberhênanê li Hewlêrê vekir.

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Sêyemîn Pêşangeha Navdewletî ya Taybet bi Xanûber û Veberhênanê (Invest Expo 2022) dest bi çalakiyên kir.

Pêşangeh 3 rojan berdewam dibe û 180 kompanya ji 12 welatan tê de beşdar in.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma vekirinê de gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand, “Min ji piraniya xwediyên proje û kompanyayan bihîst ku di cibicîkirina projeyan de, wan pişta bi dest û karînên endezyarî yên xwemalî hatine bestin, ji ber vê jî ez kêfxweş bûm.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi girîngîpêdana Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi sektora avedankirin û nişticihbûnê da û got: “Aramî û ewlehî, bûne sedem ku gelek kes berê xwe bidin Herêma Kurdistanê û lê bi cih bibin.”

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: ‘Kek Feyyaz Di Dilê Me De, Di Têkoşîna Me De Dijî
PWKyê li Kercewsê li ser mezelê wî welatperwerê kurd Feyyaz Ekmen bibîranî
Piştî Kurdan Ereb jî konferansa xwe li dar dixin
Li Îranê teqîneke din çêbû: Mirî û birîndar hene
Li asmanan li pey xeyalên xwe difire: 'Ez bi jinbûn û Kurdbûna xwe serbilind im'