Serokwezîrê Iraqê biryara radestkirina baregehên PDKê yên li Kerkûkê da

.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî biryar da, tevahiya baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017, hêzên ser bi hikûmeta Iraqê ve dest bi ser de girtibûn, bêne valakirin û radestî PDKê bên kirin. PDK vê biryara Mistefa Kazimî weke qonaxa destpêkê ya asayîkirina rewşa Kerkûkê bi nav dike û dibêje, ew li benda pêngavên din in.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ve ku hêzên hikûmeta Iraqê dest bi ser Kerkûkê de girtin, dest bi ser tevahiya baregeh û avahiyên rêxistinên PDKê de hat girtin. PDKê jî li hember rewşa nû ya li Kerkûkê, tevahiya çalakiyên xwe li wê parêzgehê rawestand û ragihand, bi dîtina wan Kerkûk parêzgeheke “dagîrkirî” ye û heta ew rewş bi dawî nebe, ew ne amade ne ku vegerin Kerkûkê.

Niha Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî biryara valakirina tevahiya wan baregeh û avahiyên PDKê yên li Kerkûkê derxistiye û li gor biryarê, divê hêzên hikûmeta Iraqê wan cihan vala bikin û radestî PDKê bikin.

Baregeha Encûmena Serkirdatiya Kerkûk-Germiyanê ya Partiya Demokrata Kurdistanê yek ji wan baregehan e, ku divê bê valakirin. Ew bû çend sal ku ew baregeh kirine baregeha Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Kerkûkê.

Biryara valakirina wê baregeha PDKê, ji bo Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Kerkûkê, Ferîq Seid Herbiye hatiye şandin.

PDK pêşwazî li biryara Serokwezîrê Iraqê dike û vê yekê weke qonaxa destpêkê ya asayîkirina rewşa Kerkûkê dibîne. Lê heta niha biryar nedaye, ka piştî valakirina baregehên wan ên li Kerkûkê, dê vegerin wê parêzgehê û dest bi karê siyasî û çalakiyên xwe bikin an na.

Şaxewan Ebdullah, Endamê Komîteya Asayîkirina Rewşa Kerkûkê têkildarî mijarê ji Rûdawê re ragihand, valakirina baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê li Kerkûkê beşek e ji proseya asayîkirina rewşa Kerkûkê û got: “Di dema rêkeftinên me de li Bexdayê, heman ew kesên niha daxuyaniyan li dijî valakirina baregehên me didin, razî bûn.”

Fermana valakirina baregehên PDKê rastî bertek û nerazîbûna hejmarek ji aliyên Erebî û Tirkmanî yên Kerkûkê hatiye.

Ereb bi daxuyaniyekê li dijî biryarê derketine û dibêjin, ev pêngav dê bibe sedema aloziyan.

Partiya Demokrata Kurdistanê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an zêdetir ji 80 baregehên emnî û rêkxistinî li Kerkûkê vala kirine, ku piraniya wan dest bi ser de hatine girtin, lê piştî talankirin û şewitandina kelûpelan, hinek ji baregeh paşê hatine valakirin.

(Rudaw)

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn