Serokwezîrê Rûsya bi Vîrusa Korona Ket

Serokwezîrê Rûsya Mikhail Mishustin bi vîrusa korona ket.

Navenda Nûçeyan - Mishustin dîyar kir ku bo berevanîya endamên din yên kabîneyê ewê bikeve karantînayê.

Wî dema bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re bi vîdeokonferansê diaxifî nexweşîya xwe ragihand.

Li şûna Mishustin dê cîgirekî wî kar bike.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, nîşan didin ku vîrusa korona li Rûsya ketîye canê pirtir ji 106,000 kesan û 1073 kes kuştine.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e