Serdozgerê Komarê yê Enqerê Yüksel Kocaman li ser hesaba xwe ya facebookê bi nîşeya 'Doh êvarê digel Rêzdar Serokomarê me' wêneyek ku digel Erdoğanî kişandiye parve kir.
Di derbarê vê hevdîtina ku bi daxwaza Erdoğanî pêk hatiye, tu daxuyanî nehat belavkirin.
Balkêş e hevdîtin, şeva Duşemê ku biryar ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derketibû ku divê Selahattin Demirtaş were azadkirin.
Naye zanîn ku di vê hevdîtina Kocaman û Erdoğanî de li ser mijara Demirtaşî de guftûgo hatiye kirin an na.
Lê tê zanîn doza Demirtaşî li Dadgeha Enqerê tê dîtin ku ew dadgeh di bin berpirsiyariya Serdozger Yüksel Kocamanî de ye.