General Xelîfê Hafter, jibo agirbestê dixwest Tirkîye û çekdarên ji Surî bi temamî ji axa Lîbyayê vekişin û xwest ku Enqere bila alîkarîya çekdarî ji hukumeta Lîbyayê re bibire.
Di daxuyanîya xwe de Hafter got “Ji bo agirbestê divê hîn şert bên cih. Hêzên Tirk û Sûrî divê vekişin, Tirkîye divê alîkarîya çekî ku ji Trablusê re dike divê bibire û grubên terorîst ên niha li Trablusê ne divê vekişin”
Herwiha Mismarî Tirkîye bikaranîna tankên Amerikî û fuzeyên Şahînî suçdar kir. Mismarî da xuya kirin Tirkîye bi keştîyên bazirganîyê çekan û çekdarên bi pereyî dişîne Lîbyayê.
Mismarî got Tirkîyê hêzên girêdayê artêşa Lîbyayê yên li Sîrtê bicih bûne û hêzên heremê jiber parastina petrolê bixurt dike