Şervanên HSDê 7 çekdarên alîgirên Tirkîyê li Reqayê kuştin

Li parêzgeha Reqayê ya Sûrîyê, 7 çekdarên opozîsyona Sûrîyê yên alîgirên Tirkîyê, ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD) ve hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan - Sazîya çavdêrîya mafên mirov li Sûrîya balev kirîye, şervanên HSD hêrişî sayloya Şirkiral li nêzîkî bajarê Reqayê kirin û di encam de 7 çekdarên opozîsyona Sûrîyê hatin kuştin û du çekdarên di jî ji wan bi dîl hatin girtin.

Li gor agahîyên wê sazîyê, şerê çekdarên opozîsyona Sûrîyê û HSDê li gundewarê Helebê jî berdewam dike. Yekîneyên tophavêjên Tirkîyê gundên Meinaz, Malikîyê û Şewarxa li Şerana Efrênê jî topabran kirin. Herweha hejmarek ji gundên jêr desthelata HSDê li gundewarê Helebê jî bûne armanca tophavêjên artêşa Tirkîyê û komên çekdarên alîgirên wê.

Duhî jî,  ji encama şerê di navbera HSDê û komên çekdar de li derdora bajarên Til Temir û Helebê bêtir ji 10 çekdarên alîgirên Tirkîyê hatibûn kuştin.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e