Şeşo: Wê ji ser Çiyayê Şingalê êrîşî Îsraîlê bikin

.

Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo got, “Metirsî heye ku hinek komên çekdar Çiyayê Şingalê ji bo êrîşkirina ser Îsraîlê bi kar bînin.”

Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo, ji Rûdawê re daye xuyakirin, “Gelekî girîng e ku Iraq nebe beşek ji aloziyên li herêmê” û gotiye, Hikûmeta Iraqê li hemberî destdirêjiyên ku li ser Şingalê têne kirin bêdeng e.

Herwiha Şeşo diyar kir ku pêwîste nehêlin komên çekdar ji Şingalê êrîşî Îsraîlê bikin û got: “Desthilata artêşa Iraqê li ser wan komên çekdar nîne ku rêgiriya wan bike.”

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir