Şeva derbasbûyî xwenîşandan li bajarên Kurdistan û Îranê berdewam bû

.

Duh roja Yekşemî 1`ê Xezelwerê, xelkê serhildêr li nava bajar, xwandingeh û zanîngehên bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî rejîma Îranê berxwedan, û heta nîva şevê di şeqam û kolanên bajaran de xwenîşandanên xwe berdewam kirin.

Li bajarên weke: “Sine, Kirmaşan, Mehabad, Serdeşt, Tehran, Kerec,Esfehan, Şîraz, Benderebas” û hin bajarên din xwenîşandan berdewam bûn.

Hemû tex û qatên civakê bi awayên cuda di xwenîşandan û mangirtanan de beşdariyê dikin, ji derisxwanan bigire heta xwandekar, mamosteyên xwandingeh û zanîngehan, kedkar û pizîşkan .

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike