Şevger bê çalakî aram nabe, dawî çalakiya wî jî ew bû ku, 13.05.2022 li nivîsgeha Partiya Yekîtî ya Kurdistanî – Sûriya li Hewlêrê bi amadebûna hejmarek ji çalakvan, rewşenbîr û nivîskaran 5 dîwanê helbestê wajo kir ew jî ev bûn
Dîwana 1 Al û Dewlet, dîwana 2 Xewna Azadiyê, Dîwana 3 Dara Mirada, dîwana 4 Derdên Kevin û dîwana 5 Birîn, dîwan hemû jî ji aliyê çapxaneya Gazî – Duhok 2022 hatine çapkirin
Di heman çalakiyê de Şevger ji aliyê Partiya Yekitî û herwisa ji aliyê rêxistna Canî Roj ve hatiye xelat kirin
Bêhtire ji 30 ye, wî ji walatê xwe koçkiriye, lê destê wî ji Kurdistanê nabe, bêhtirê dema xwe li welatê xwe derbas dike
Hunermend, û hozanvan Şevger Hovak Zaza vê carê serdana welat kiriye û di destê wî de hejmarek ji helbestên wî hene, wan çap dike û li pirtûkxaneya Kurdî zêde dike
Şevger dibêje: “Ez niha mijûlî çapkirina hejmareke ji dîwanên helbestê xwe me, min 12 dîwanên helbestan hene, niha jî 5 dîwan ji capê derketine û du jî man e”
Şevger bi dehan stran jî gotine, di stranên xwed de, behsa doza gel û welatê xwe dike, herwisa êş û azarên wî dike, lê bêhtirên stranên xwe jibo Pêşmerge û xebata wan, serkeftin û serfiraziya wan gotiye, lewma ew wek Hunermendê Pêşmergeyan tê naskirin û di sala 2017an de ji aliyê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ve hatiye xelatkirin, û ev nav (Hunermendê Pêşmergeyan) lê hatiye kirin
Dîwanên Şevger behsa welat, Pêşmerge, Evînî û êş û azarên welatê xwe dike
Şevger di dîwana xwe ya bi sernavê Birîn ku, dîwana 5 ye dibêje
Pêşmergên me di cengê de tev şêr in
Pêşmergên me tev leheng û tev mêr in
Serê çiyan dikin şer û berxwedan
Doz û armanc yan Kurdistan yan neman
Malbata Şevger bi xwe ji devera Palo ye, bapîrê wî beşdarî Şoreşa Seîdê Pîran dibe û di encam de şehîd dibe, paşê li binxetê bicih dibin, û di 05.01.1957an de li gundê Kêşkê devera Dêrika Hemko li Rojavayê Kurdistanê Şevger jidayikdibe, ew ji damezrênerê Koma Narîn e û berpirsê beşê hunerî bû di wê komê de
Şevger welatiyê welatê Siwîd e, lê bêhtirê dema xwe li Kurdistanê, li gund û bajarên wê derbas dike, ew dixwaze hemîşe nêzîkî, daristan, rûbar û Pêşmergeyên welatê xwe be
Şevger dibêje peyama min ew e: “Hoz û ola min Kurdistan e, ez ji xebata jibo gel û welatê xwe qet poşîman û mandî nabim
Şevger bihêvî ye ku dîwanên wî ji aliyê xwendevan û rexnegiran werin xwendin û helsengandin, bi armanca ku helbest û peyva Kurdî geş û pêşkeve
Idrîs Hiso – Hewlêr/ Rûpela Nû