Şewata bazara Qeyseriya Hewlêrê hêj nehatiye kontrolkirin

Şewata bazara Sêbîran a Qeyseriya Hewlêrê ku doh bi şev destpê bûbû hê jî nehatiye kontrolkirin.

Tîmên Berevaniya Niştimanî ji şeva borî ve li cihê agir in û hewl didin vemirînin, lê ji ber ku piraniya dikanan, dikanên caw, cil û berg û ciwankariyê ne, zehmetî di kontrolkirina êgir de heye.

Her çiqas hatibe gotin ku şewat ji ber şorta kehrebê derketiye jî, ji aliyê berpirsên pilebilind ên Berevaniya Niştimanî ve hat gotin ku sedema şewatê hêj nediyarkirî ye û lêkolîn berdewan in.

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!