Şewata li bendera Îskenderûnê ya Tirkiyê hîn nehatiye kontrolkirin

.

Ji duh ve ji ber erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, şewateke mezin li bendera Îskenderûnê ya Tirkiyê derketiye û bi sedan konteyner şewitîne, heta niha ew şewat nehatiye kontrolkirin.

Ji duh ve ji ber erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, şewateke mezin li bendera Îskenderûnê ya Tirkiyê derketiye û bi sedan konteyner şewitîne, heta niha ew şewat nehatiye kontrolkirin.

Li gor zanyariyên ajansa nûçeyan a Reutersê, bendera Îskenderûnê ku dikeve ser peravên Deryaya Spî, ji duh ve ji ber erdhejê şewateke mezin derketiye, ji ber şewatê karûbarên bender û keştiyan hatiye rawestiyane.

Desteya Keştîvaniyê ya Deryayî ya Tirkiyê li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kiriye, ku şewata li bendera Îskenderûnê zêde bûye, tîmên agirkuj ji ber zêdebûna şewatê, destê xwe ji kar hilgirtine.

Roja Duşemê 6ê Sibata 2023an, erdhejeke bi hêza 7.7 pile li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê qewimî. Erdhej li Başûrê Kurdistanê û welatên Misir, Yûnanistan, Îran û çend welatên din ên navçeyê hîs kirin.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye