Şewata li Mêrdîn û Amedê: 5 mirî û 28 birîndar hene

.

- Di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke gelekî mezin derket.

Li navbera Çinar û Çemrexê agir bi firêzeyan ket û di demeke gelekî kurt de belav bû.

Parêzgarê Amedê Alî Îhsan Su ragihandibû ku 3 mirî û 5 birîndar hene.

Li gorî agahiyên herî nû, di şewatê de 5 kesan canê xwe ji dest daye û 28 birîndar hene.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastine nexweşxaneyên li Amed û Rihayê.

Agir hat kontrolkirin

Parêzgarê Amedê Alî Îhsan Su da zanîn ku agir hatiye kontrolkirin û xebatên sarkirinê berdewam dikin.

Kurdistan Haberleri

Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn
Rejîma Îranê hunermendekî Kurd girt û 2 kolberên Kurd jî birîndar kir
Efrîn | 6 çekdarên Tirkiyê piştevaniya wan dike hatin kuştin û birîndarkirin
Putin agirbest îlan kir