Wê cîhanek çawa derkeve ber me?
Şewba Koronayê bi carekê de jîyan daye sekinandin û cîhan teslîm girtîye. Wê çiqasî bajo ne dîyare. Du meh, sê meh an jî hîn pirtir?
Wê ev rewşa ku em niha tê de ne, bi xwe re çi bibe û çi bîne?
Bandora Şewba Koronayê, wê jîyanek çawa derxîne ber me?
Hêla Erênî û neyênî emê çawa ji hev veqetînin û binirxînin?
Şewba Koronayê bi derketina xwe re tehdîdek mezin çêkir li ser jîyana mirovan:
Dewletên ku hêla xwe ya tendurustîyê bi şîveyek zanistî baş organîze nekirine, bi girseyî tûşî tehlûkeyek mezin bûn. Dewletên wek Îran, Tirkîye, Hindîstan, Pakistan, Îhtîmala ku bi tûşbûna milîyonan re tendurustûya van welatan hilweşe. Wê wextê wê xeterîyek mezin derkeve holê. Ev jî wê berpirsîyarîya îktîdaran derxe holê. Di vir de qîmeta tenduristîya mirovan zelal dibe, ku her dewlet wê jibona tenduristîyek pêşketî mecbûre xwe nû bike. Sazîyên tendurustîyê di ber çavan re derbas bikin û parastina civatê esas bigirin.
Wê demek dirêj mirov di malên xwe de bimînin û bi malbatên xwe re, bi cîran û merivên xwe re di têkilîyek û caribandinek mirovî keve.
Wê hestên hevkarî, alîkarîyên mirovî carek din geş bibin. Mirovên xwedî hêz, xwedî derfet wê carek din li hestên mirovî vegerin û bibin alîkarê derdorên xwe.
Wê demek dirêj perwerde, huner, aborî, çûn û hatin, kirîn û firotin û xizmetguzarî raweste. Wê ev pirsgirêkên civakî, derûnî jî derxîne ber me. Wê pirsektor wenda bikin. Ev hêlên neyênî yên vê vîrusê, wê mejîyekî kollektîf jî derxe ber me. Wê yek yek mirov û civatê nêzî hev bike. Wê rewşek nû, derûnîyek nû derxe ber me. A girîng di vir de ewe ku civat jibona pêşeroja xwe, xwe ji hêla derûnî de amadeyî pêşerojê bike.
Di vir de qenaeta civaknasan ewe ku; “divêtîya mirovan û civatê bi tiştekî wilo hebû. Beşek mezin ji civatan balansa civakî terikandibûn û ezezîyek (egoîzmek) xerab geş dibû. Berê me ber bi civatek asosîyal de; civat bê armanc, ber bi hilweşandinê ve diçû. Herêmên di bin bandora şer de rû bi rûyî karesatên xerab dibû. Mixabin hêla din jî di nav dewlemendîyek mezin de dijîya. Civat ji hêla epîk de ber bi hilweşxandinê ve dîçû. Wê ev qeyrana global bi xwere di vî warî de jî nûbûnek erênî derxe holê.”
Li henber Şewba Koronayê tedbîrên mirovî derxist ber me ku, feqîrî û dewlemendî li henber şewbek wilo bi bandor, zêde şens nade mirovan. Zengîn jî, dewlemend jî canek wan heye û ew can dema ku tûşî tehlûkê bibe, dikevin yek mercî. Ev jî wê di nav dewlemendan de bibe sebebê geşbûna parvekirina hestên mirovî.
Wê metirsîya bandorek neyênî li ser aborîya civatan bike:
Ev jî wê bi xwe re, bilez û bez avakirina jîyanek nû, hestên berpirsîyarî derxîne ber me. Derûnîyek berpirsîyar, çêker wê derxe ber me, ku bê rawest bixebite. Qîmeta xebatê û keda mirovan wê bi xwe re rûhekî nû derxîne ber me. Stratejîya jîyanê têt guhertin û jibona parastina xwezayê, mirov wê bêtir xwe berpirsîyar bibîne.
Binpêkirina xwezayê zerarên pir mezin daye jîyanê. Ji bona berhevkirina diravan, xweza kirine qurban. Ev jî tehlûkên jîyanê û mirovî derdixe holê. Di vî warî de jî wê guhertinên mezin derkevin ber me.
Dewletên bi hêz û xurt, wê yeseyên navdewletî amade bikin û pir dewlet mecbûrî van yasayan bibin.
Demek dirêje mirov ji xerckirina diravan, çûna restorant, sînema, Şanoyê, opera, konserên muzîkê dûrin: Piştî bidawîbûna tehdîda vê Şewba Koronayê, wê mirov bi çavekî birçî êrîşî van cîh û waran bikin. Ev jî wê şewqek jibona jîyanek nû derbixe ber civatê. Wê bibe sebeb ku bandora derûnîya vê Şewba Koronayê kêm bibe.
Destpêkê wê tirsek mezin a mirinê derxe ber me. Piranî jî ev bandor, li mirovên ji salên 60î û bi jor de bandorek derûnî jî çêbike. Lê paşîyê, hêdî hêdî mejîyekî berpirsîyarî, kollektîf û parêzger derkeve ber me ku; “em bi hevre civatin..yekoyeko mirov bi serê xwe û ji hev dûr ji tiştekî re nabin” (!) Ev jî wê bandorek erênî-civakî ava bike.
Wilo xwîya dike ku, wê Vîrusa Koronayê rolekî mezin di aborî, hêla civakî û derûnîya mirovan de çê bike. Wê cîhan xwe ji nû ve bi rêk û pêk (reorganîze) bike.
Bi boranek bihêz û xwedî bandor, cîhanê dest bi kirasê xwe yê guhertinê kirîye.
Em Kurd bê dewletin. Miletê bê dewlet, bêparastine. Di vir de Kurd, jibona ku pir qurbanîyan nedin, divê li xwe, li malbat û derdorên xwe xwedî derkevin. Bezirgan, karsaz û dewlemendên Kurdistan, divê ji cıvata xwe re alîkar bin. Bi berpirsîyarîyek ku „em bi hevre miletin û bi hevre hene“ tevbigerin..