Şêx Evdilselam Barzanî di 103. salvegera darvekirina xwe de li Diyarbekirê bi panelekê hat bibîranîn. Di panelê de hat amajekirin ku Şêx Evdilselam Barzanî li aliyekî rewşenbîrekî cîhanî bû û li aliyekî jî welatperêzekî xurt ê di dîroka Kurdistanê de cih girtibû.
Di panelê de Seîd Veroj li ser jiyan û siyaseta Şêx Evdiselam Barzaniyê reformxwaz sekinî. Kerem Serhatli jî behsa girtin û dadgehkirina wî kir.
Beşdarî bi pirs û nirxandinan dawî bi panêlê anîn.