Kedkarê doza azadîyê, welatperwerê Kurd Şêx Mahmûd Yeşil êvara 08.05.2016an de di bûyereke trafîkê de li Diyarbekirê çû ser dilovanîya xwe.
Şêx Mahmûd di 1938’an de li gundê Garisiya Şêxa ku li herêma Silîva ye hatîye dinê. Di medreseyan de xwendîye, gelek salan meletî kirîye.
Di salên 60î de bi aktîvî sîyasetê re mijûl bûye, di dema hilbijartinan de li gundan propagandaya TIPê kiriye, bi kadroyên wê demê yên kurdpereweran re di nav danûstendinan de bûye. Bûye yek ji dameziranerê DDKO ya Farqînê û di 12ê Adara 1971ê de hatîye girtin di girtîgeha Diyarbekirê de maye.
Çend caran di şaredarîya Diyarbekirde encûmanî kiriye. Şêx Mahmûd şexsîyetêkî naskirî bû. Di 2009ê de bi navê “Desteyek ji çîroka jiyana min” bîranên wî wek kitêb çap bû.
Bi mirina wî gelê Kurdistanê şêxekî xwe yê neteweperwer, tevgera niştîmanperwer a Kurdıistanê kadroyekî xwe yê hêja wenda kir.
Rûpala Nû ji malbata wî re sersaxî, sebir û metanetê dixwaze. Bila serê gelê Kurd sax be!