Şêx Murşîd û Mezlûm Ebdî civiyan

.

 Kurê Şêx Maşûq Xeznewî ku sala 2005an ji aliyê rejîma Sûriyê ya hilweşiyayî ve hatibû şehîdkirin, Şêx Murşid Xeznewî îro 20ê Kanûnê li Rojavayê Kurdistanê ligel Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî civiya.

Şêx Murşîd, beriya bi çend rojan ji Ewropayê derbasî Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê bûbû û gotibû, wî ji bo Kurd bi yekdengî biçin Şamê mafê Kurdan biparêzin înîsîyatîfek ragihandiye.

Şêx Murşîd bang li hemû aliyên Kurd kiribû ku di vê serdema zîz de ji bo wergirtina mafên Kurdên Sûriyê bi yekdengî û tevbigerin û li hev werin.

Hate zanîn ku Şêx Murşid Xeznewî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro li Qamişloyê civiyane ku heman mijar hatiye gotûbêjkirin.

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'