Alimê Kurd Şêx Murşid Xeznewî li bajarê Tirbespiyê ji çekdarên êrişî Rojavayê Kurdistanê dikin re got, “Qaşo ji me re dibêjin, em dê wan û çekên wan binerd bikin’. Oxlim bavê te nikaribû!”
Xelkê bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê di çalakiyekê de êrişên çekdarên radîkal ên li herêmê şermezar kir û piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re nîşan da.
Kesayetiyê olî yê navdar ê Rojavayê Kurdistanê Şêx Murşid Xeznewî li bajarê Tirbespiyê tev li çalakiyê bû û axaftinek kir.
Şêx Murşid El Xeznewî di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku Kurdan gelek caran şoreş kiriye û got:
“Bav û kalên me gelek caran alaya azadiyê hildaye lê mixabin gelek caran jî bi ser neketine. Sedema wê jî ne yekîtiya me ye.”
“Em bihêza HSDyê tên parastin”
Xiznewî diyar kir ku ji bo misogerkirina mafên rewa pêwîstî bi yekrêziya Kurdan heye û got:
"Werin destê hev bigirin, vê derê xweşiktir avatir bikin, biçûk e mezintir bikin.
Ji bo qedir û qimeta gotina we li Şamê hebe divê hêza wê ya leşkerî hebe. Îro em bi hêza HSDyê tên parastin.
Em qet qebûl nakin ew kesên mejî qirej bên me kontrol bikin.
Gelê Kurd ji bo ku bi azadî û rûmet li ser xaka xwe bijî di dirêjahiya dîrokê de fedekariyên mezin kiriye û li hemberî van fedekariyan jî xaka Kurdan hat parçekirin."
“Oxlim bavê te nekaribû”
Xiznewî amaje bi wê yekê kir ku niha hewl tê dayîn ku Rojavayê Kurdistanê were dagirkirin wiha got:
“Kurd serhişk in, kes nikare Kurdan tine bike. Qaşo ji me re dibêjin, ‘Em dê wan û çekên wan binerd bikin’. Oxlim (kurê min) bavê te nekaribû!
Pêşiyên te nekaribû. Oxlim guhdar bike, em şehîdên xwe bi lîlandinê pêşwazî dikin.”
Xiznewî her wiha bangî cîhanê kir ku piştgiriya HSDyê bikin û got:
"Ev hêz mafên gelê Kurd û pêkhateyên din ên li herêmê diparêze û piştgiriya wê erkekî nîştimanî, mirovî û exlaqî ye."
Herî dawî ji partiyên Kurdan xwest ku banga Kurd a yekrêziyê pêk bînin û ji bo misogerkirina mafên Kurdan ên rewa berê xwe bidin Şamê.