Şêx Murşîd Xeznewî vê carê li Amûdê banga yekîtiyê kir

.

Kurê şehîd Şêx Maşûq Xeznewî, Şêx Murşîd Xeznewî ku ji bo aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê nêzîkî hev bike û yekhelwestiya wan di danûstandinên Şamê de çêbibe, civînên xwe gel ên li Rojavayê Kurdistanê didomîne.

Şêx Murşîd, îro 30yê Kanûnê jî li Stadyûma Şermola ya Amûdê ku bi hezaran xelkê bajar û gundan beşdarî kirin, gotarek pêşkeş kir.

Şêx Murşîd Xeznewî di axaftina xwe de girîngiya avakirina yekîtiya netewî ya kurd bi bîr xist û got: "Pirsgirêka Kurd pirsgirêka me ya sereke ye. Tevahî gelê Kurd Kurdistaneke azad dixwaze. Lewre divê gelê Kurd û partiyên siyasî bi berpirsyarî tevbigerin."

Şêx Murşid bang li hemû Kurdan kir ku piştgiriyê bidin Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê ji partiyên kurdî jî daxwaz kir, daxwaziya gel a tifaqê bi cih bînin û pirsgirêka Kurd çareser bikin.

Di civîna cemawerî ya Şêx Murşîd de, dirûşmên "Bijî yekitiya gelê Kurd" hatin gotin.

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'